Hevdîtinên Îran û DYAyê bêencam man

Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance, diyar kir ku Îranê şertên DYAyê qebûl nekiriye û got: “Bêyî ku lihevkirinek bibe em vedigerin DYAyê.”

1 deqe xwendin
Hevdîtinên Îran û DYAyê bêencam man

Piştî hevdîtina di navbera DYA-Îranê ya li paytexta Pakistanê Îslamabadê de ji her du aliyan daxuyanî tên dayin. Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance, piştî hevdîtinan daxuyanî da çapemeniyê û got: “Em bi tu awayî negihiştin wê asta ku Îranî şertên me qebûl bikin. Em pir nerm nêz bûn û me hewl dida lihev bikin. Îran, qebûlnekirina daxwazên DYAyê hilbijart. Bêyî lihevkirinek çêbibe vedigerin DYAyê.” 

JD Vance, destnîşan kir ku hevdîtinên 21 saetan domiyan kirine lêbelê nekarîne lihev bikin û Îranê di mijara nukleerê de tu teahûd nedaye. Vance, destnîşan kir ku weke DYA daxwazên xwe pir bi zelalî danîne holê û got: “Lêbelê Îranê qebûlnekirina van şertan hilbijart.”

Vance, da zanîn ku gelek caran li ser telefonê bi Trump re axivîne. JD Vance, herî dawî jî got: “Em ji vir diçin û bi teklîfeke pir hêsan, nîhaî û bi teklîfa xwe ya herî baş ji vir diçin. Em ê bibînin ka îranî dê vê qebûl bikin an na.”