Hevkariya PDK-Tirkiyeyê di raporên SETA'yê de

Tîkiliyîn dewleta tirk û yîn Partiya Demokrat a Kurdistanî (PDK) û hevkariya wan a di şer de ku li beramberî gerîlayîn HPGÔÇÖî pîk tî bi belge, dokûment û mikurhatinîn hin kesan tî dupatkirin....

1 deqe xwendin

Têkiliyên dewleta tirk û yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wan a di şer de ku li beramberî gerîlayên HPG’ê pêk tê bi belge, dokûment û mikurhatinên hin kesan tê dupatkirin. Dewleta tirk şeva 23’ê nîsanê operasyoneke berfireh a leşkerî li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin. Berî operasyonê û di pêvajoya operasyonê de tevger û çalakiyên PDK’ê dan xuyakirin ku di van operasyonan de, lihevkirinek di navbera rêveberiya PDK'ê û hikûmeta Erdogan de hatiye kirin. Berî van operasyonên Tirkiyeyê jixwe PDK’ê bi hikûmeta Bexdayê re li hev kiribû û hewl dida li hemberî Şengalê hin polîtîkayên xwe bide ferzkirin.