Hevseroka PJAKê: Em ê 2026an bikin sala azadiya gelê xwe
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan diyar kir ku dê bi têkoşîna jin û ciwanan sala 2026an bikin sala serkeftin û azadiya gel.

4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di heman demê de roja avakirina Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) û YPJê ye. Derbarê giringiya rojê de hevseroka PJAKê Peyman Viyan ji ROJNEWSê re axivî.
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan diyar kir ku îsal ji salên din cûdatire û got; ‘‘Di demek em 4ê Nîsanê pîroz dikin, di heman demê de jî em xwe ji bo serkeftinê jî amade dikin. 4ê Nîsan roja rojbûna Rêber Apo, roja dayikbûna gelê Kurd, jinên azad û ciwanên pêşenge. Gelê Kurd bi Rêber Apo mezin bû, têkoşîna xwe gihand asta herî bilind û êdî gelê Kurd dixwaze azadiya xwe mîsoger bike.’’
Peyman Viyan balkişand ser peywendiya avakirina PJAKê ya bi rojbûna Rêber Apo re û got; ‘‘Di dema komploya navnetewî de berxwedanek bê hempa hate meşandin, bi sedan şehid çêbûn û li ser wan destkeftiyan PJAK hate damezrandin. Damezrandina PJAKê ya li Rojhilatê Kurdistanê despêka qonax û dîrokek nûbû, ji ber ku jin û ciwan pêşengtî dikirin. Yên ku PJAKê avakirin, bi sedan jin û ciwanên ku dijî komploya li ser Rêber Apo rawestiya bûn. Îro ku em 22emîn salvegera PJAKê pîroz dikin, divê demê de bi sedan şehîd hatin dayîn û em li ser xwîna şehîdan têkoşîna xwe mezin dikin. Îro ku li herêmê bi hezaran kes kom dibin, bi saya xwîna şehîdane. Ev têkoşîn ji yekem şehîd (Newzad) despê kir heya şehîd Simko Kobanê didome. Ev jî ispat dike ku PJAK li Rojhilatê Kurdistanê li ser xwîna şehîdan serkeftina xwe mîsoger dike.’’
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan di dewama axaftina xwe de balkêşa ser rewşa niha ya li Rojhilata Navîn û got; ‘‘Pêwîstiya Rojhilatê Kurdistanê bi fikir, felsefeyek nû û cihgirtinek bihêz heye. Ji ber yên ku bikarin li Îranê pêşengtiyê bikin, gelê Rojhilatê Kurdistanê ye. Gelê Kurd jî vê yekê di xebat û xeta têkoşînê ya PJAKê de dibîne, ji ber ku di warê siyasî de xwe birêxistin kiriye û xwedî peyama xwe ya siyasiye. Di warê civakî de bi sedan hevalên qehreman hene, di warê jinan de jî, li Rojhilatê Kurdistanê hemû jin xwe di çarçoveya PJAKê de dibînin, ji ber ku li fikir û felsefeyê xwedî derdikevin.
Em dibêjin niha hêza herî ku bikare li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe bidomîne, PJAKe. Lewma em dibêjin, emê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo têkoşîna xwe ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê mezintir bikin. Em carek din jî dibêjin, sala 2026an, ji bo me salek girînge. Em îsal dikarin destkeftiyên mezin bidest bixin, lewma emê jî ji bo van destkeftiyan, ber bi serkeftinê ve pêngavên mezin bavêjin.’’
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan taybet derbarê giringî û berxwedana ciwanan ya di vê qonaxê de kir û got; ‘‘Ciwan dinamoya civakêne û têkoşînê bi awayek bi xwe bawer dikin. Ji dijmin û dagirkeran natirsin, lewma ciwan pêşengê gelê xwene. Ji bo vê, ji ber ku tevgera Apoyî tevgerek ciwanane, bi ciwanî me destpê kir û emê bi ciwanî serbikevin. Niha hezaran ciwan amadene ruhê xwe feda bikin, bi taybet ev hişmendî niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek bihêze.’’
Hevseroka Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan herî dawî jî got; ‘‘Di civakek de eger jin û ciwanan xwe birêxistin kiribin, wê ew civak bê dudilî serkeftinê jî bidest bixe. Lewma Rêber Apo bivî awayî giringiyê dide ciwanan. Ji ber vêjî bi taybet îro li Rojhilatê Kurdistanê PJAK partiyek ciwanane, bi têkoşîna jin û ciwanan, emê sala 2026an bikin sala serkeftin û azadiya gelê xwe.’’


