Hevserokê KNKê: Kongreyeke dîrokî ye
PKKê di 12ê Gulanê de encamnameya 12emîn Kongreya xwe aşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKê têne kirin hemû bi dawî kir.

PKKê di 12ê Gulanê de encamnameya 12emîn Kongreya xwe aşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibata 2025a de kiribû, PKKê Kongreya xwe pêk anî. 12emîn Kongreya PKKê di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hat. Kongre li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên parastina medyayê pêk hat. Li gel ambargoya PDKê ya di şertên dijwar de, bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî 232 delege beşdarî Kongreya PKKê bûn. Hevserokê Giştî yê KNKê Ahmed Karamus têkildarî 12mîn Kongreya PKKê nirxandin kir.
Ahmed Karamûs, ji Bernameya Mijarek û Mêvanek a Xwebûnê re axivî û bal kişand ser encamên kongreyê û erka rayedarên siyasî û civakî.
Ahmed Karamûs, anî ziman ku Kongreya Awarte ya PKKê kuli ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin hem di nava civaka Kurd û Kurdistanî, li Herêma Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda û wiha got: “Ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta Amerîka û welatên Ewropa kongre erênî nirxandin. Biryareke bi vî rengî ne hêsan e. Kar, xebat û têkoşînek 50 salan bide pêş xwe û piştî wê biryarekê bide pir zahmet e. Ji bo wê nirxandin û analîzek berfireh ya 50 salan dixwaze. Dîsa dema rêxistin hat avakirin, li ser çi armanc û mebestê hat avakirin? Di kijan şertan de hat avakirin? Divê analîza wê baş bê kirin. Dema di salên 1970ê de komek ciwanên Kurd li hev kom bûn û biryar girtin ku partiyek bi vî rengî ava bikin, wê demê şert gelek dijwar û cuda bûn. Wê demê hebûna kurd û bilêvkirina navê Kurd qedexe bû. Di qonaxa 50 salan de xebat û têkoşînek gelek mezin hat dayîn. Em di sedsala 21ê ango sala 2025an de di rewş û konjektûreke nû de û serdemeke nû de dijîn. Pêwistiya biryareke bi vî rengî li gel hemû şert û mercan hebû. Pêwistî bi


