Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

Endamê Rêvberiya Kombenda Efrînê a Civakî Îbrahîm Heftaro diyar kir ku li derdora 400 û 500 malbatên Efrînî dê di demek kin de vegerên malên xwe yên li navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.

1 deqe xwendin
Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

Li gorî Peymana 29ê çileyê ya di navbera HSD û Pikûmeta Demkî ya Suriyeyê de, koçberên Efrînê dê di demeke kin de dest bi vegera warê xwe bikin. Kombenda Efrînê ya Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Nûnertiya Civaka Sivîl a Ewropayê li pêşiya avahiya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li bajarê Qamişloyê derbarê vegera bi ewle ya koçberan de daxuyaniyek da. Endamê Rêvberiya Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro diyar kir ku ew ji dema destpêkirina koçberiyê heta niha, ji bo vegera bi ewle di nava liv û tevgerê de bûne.

‘Em bi NY û Hikûmeta Demkî re di têkiliyê de ne’

Îbrahîm Heftaro da zanîn ku piştî hevpeymanê dest bi amadekariiyan kiriye û dê îro dest bi şandina koçberên Efrînê bikin. Îbrahîm Heftaro destnîşan kir ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê civînên wan bi Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re çêbûne û wiha got: “Em dixwazin bi hezaran koçberî bişînin Efrînê, lê ji ber rewşa hewayê û ji bo koçber rastî zehmetiyan neyên, em dê pêvajoya vegerê beş bi beş pêk bînin. Em ê vegera bi ewle, bi hevkariyeka hevbeş a Hikumeta Şamê û NYê re pêk bînin. Em bi hêvî ne ev pêvajo bi temamî pêk were.”

‘Ji ber şertên zivistanê veger dê beş bi beş e’

Îbrahîm Heftaro da zanîn ku wê wekî beşa yekemîn nêzî 400-500 malbat ji bo vegerê werin şandin lê dema vegerê hîn nehatiye diyarkirin û dê di demeke nêz de pêk were. Li ser navê Nûnertiya Civaka Sivîl a Ewropayê Hêmen Qirdaxî jî diyar kir ku wan jî ev 2 hefteye dest bi amadekariyan kiriye û ev agahî dan: “Dê 150 malbatên ji navçeya Cindirêsê, 150 malbat ji navçeya Mabata û 100 jî ji navçeya Şiyê vegerin.”