Hevserokê PYDê Xerîb Hiso: Şandeya Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso di bernameya ‘Qada Azadî’ ya Çira TV de detayên li ser destwerdana Rêber Abdullah Ocalan a li ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê û  pêkanîna peymanê kir.

1 deqe xwendin
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso: Şandeya Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

Di bernameya ku îro bi dema Amedê saet di 21:00 de bê weşandin, Xerîb Hiso diyar kir ku şandeyek ji Tirkiyeyê di 25ê çileya 2026an de ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê derbasî Qamişloyê bû û çend saetan bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir.

Hevserokê PYDê anî ziman ku ev şande li derveyî agahiya çapemeniyê hat Rojava û ev agahî da:

"Ew şande nûnerê Îmraliyê, hikumetê û ewlekariyê bû. Şandeyek hevbeş bû. Hatin û çûn. Dema ku hatin nameya Rêber Apo jî anî. Rêber Apo di vê de helwest danî. Ji Tirkan re got, “Hûn gelê kurd” didin kuştin. Hûn gelê kurd ber bi qirkirinê ve dibin. Me li vir pêvajoyeke aştiyê dan destpêkirin. Pêşengiya aştiyê dikim. Em dixwazin aramî çêbibe. Ji ber ku ev pêvajoya aştiyê Sûriyeyê û Tirkiyeyê pê ve girêdayî ye. Ne welatekî sêyemîn e. Li Sûriye û Tirkiyeyê çareser bibe wê li herêmê çareseriyeke mezin bi xwe re bîne. Hûn hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê ne. Li Tirkiyeyê hûn tiştekî diaxivin, li Sûriyeyê hûn tiştekî din dikin. Eger bi vî rengî be, ez ê dest ji pêvajoyê berdim. Kurd û tevgera PKKê çi dike, karê wan e. Ez destê xwe jê dikişînim'."

Xerîb Hiso ragihand ku ev rewş ji bo Tirkiyeyê jî xetere bû, rawesetandina pêvjaoyê dibû xeteriyeke mezin ji bo Tirkiyeyê û got, "Tirkiyeyê bi vê xeteriyê dihese. Ji ber vê ew şande hat."

Li gorî gotinên Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso şandeya Tirkiyeyê hat, daxwazên wan qebûl kir û got, "Ya ku berê Ehmed Şera ferz kiribû, guhertin qebûl nedikir. Qebûl nedikir ku em tiştekî lê zêde bikin. Digot, 'Bila hêzên leşkerî xwe teslîm bike, asayîş xwe teslîm bike. Kurd dikare hefteyê 2 saetan zimanê xwe bixwînin. Weke meseleya Îngilîzî û Fransî. Me dixwest zêde bike, lê qebûl nedikirin. Piştî mudaxeleya Rêber Apo û rayedarên payebilind aliyên başûrê Kurdistanê, Rojhilat, Bakur, kir ku daxwazên me qebûl bibe. Mudaxeleya destpêkê Rêber Apo kir. Piştî ku daxwazên me qebûl bû, şandeya me jî ev peyman qebûl kir."