Heyeta Îmraliyê bi Erdogan re civiya

Hevdîtina heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi dawî bû.

1 deqe xwendin
Heyeta Îmraliyê bi Erdogan re civiya

Hevdîtina heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi dawî bû. Hevdîtin li Qesra Serokkomariyê pêk hat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî seateke dom kir.

Tê payîn ku derbarê hevdîtinê de sibe daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.