Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê yên bi sernavê “notên hevdîtinê” daxuyaniyek da û ji her kesî xwest ku guh nede van parvekirinan.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê de yên bi sernavê “notên hevdîtinê” daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya Heyeta Îmraliyê de hat destnîşankirin ku pêwîstî pê dîtine ku der barê naverokên bi sernavê ‘notên hevdîtinê’ raya giştî agahdar bikin, ku rojên dawî di hin saziyên çapemeniyê û medya dîjîtal hatin parvekirin û hate îdiakirin ku ev notên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.
Daxuyaniyê Heyeta Îmraliyê bi vî rengî ye: “Weke ku me beriya niha gelek caran anîn ziman; di metnên navborî de bêyî ku bi belgeyeke orjînal ve bê girêdan, hin gotin li ser hin kes an jî derdoran têne zêdekirin û bi vî rengî nêrînên birêz Ocalan berevajî têne nîşandan. Em dixwazin bibêjin ku hewldanên bi vî rengî zerarê dide zemîna diyalog û çareseriyê.
Em careke din bi rengekî eşkere destnîşan dikin: Ji bilî belgeyeke ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê, endamên malbatê û parêzerên bi birêz Ocalan re hevdîtinê dikin divê kes guh nede belge, not an jî agahiyekê ku xwe naspêre zemîna cihê baweriyê, piştrastkirî û fermî.
Ji bo pêvajoya çareseriyê û dewamiya diyalogê ya bi rengekî çêker, gelekî girîng e ku raya giştî li hemberî naverokên bi vî rengî hişyar û baldar be. Em careke din destnîşan dikin ku divê hemû alî di vê mijarê de hesas û bi berpirsyarane tevbigerin.”


