Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

Heyva Sora Kurd ji bo zarokên cangoriyan çalakiyek taybet pêk anî. Di çalakiyên de pêlîstok û cil û berg diyarî zarokan hatin kirin.

1 deqe xwendin
Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

Heyva Sor a Kurd kar û xebatên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne. Saziyê ji bo zarokên cangoriyan çalakiyeke taybet û watedar pêk anî. Di çalakiyê de diyariyên wekî pêlîstok û cil û berg li zarokan hatin belavkirin. Di çarçoveya çalakiyê de, bi piştgiriya Rêxistina Hêro gelek pêlîstokên cuda li zarokan hatin belavkirin. Her wiha, bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê jî cil û berg wekî diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan hatin kirin. Rayedarên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku armanca vê pêşniyar û çalakiyê ew e ku kêmek be jî bandora şert û mercên giran ji ser zarokan rakin û ruhê hevkariya civakî xurt bikin. Di çalakiyê de zarok bi diyarî û lîstikan kêfxweş bûn.

Heyva Sor a Kurd di dawiya çalakiyê de spasî û rêzên xwe pêşkêşî hemû alî û sazî û kesên xêrxwaz kir ku bi piştgiriya xwe bûn sedema kenê ser rûyê zarokan.