Hikûmeta demkî li Şêxmeqsûdê bi ser malan de girt
Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Taxa Şêxmeqsûdê bi ser malan de girt.

Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi ser malan de girt. Li gorî nûçeya ANHAyê; di dema serdegirtinên malan de hin kes hatine binçavkirin û di malan de lêgerîn hatiye kirin. Hat ragihandin ku ji ber van sepanan li taxê tirs û rageşî heye.
Xelkê taxê xwest ev sepan bi dawî bibin û hedefgirtina sivîlan şermezar kir.


