Hikûmeta HTŞê sozên xwe pêk neanîn

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji bo welatiyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vegerin Efrînê hîn ti xebat nehatine kirin û got: “Hikûmeta HTŞê sozên ku dane pêk neanîne. Malbatên vegeriyane di şertên zehmet de dijîn.”

1 deqe xwendin
Hikûmeta HTŞê sozên xwe pêk neanîn

Di 6ê çileyê de 45 hezar çeteyên HTŞê û komên girêdayî wê êrişî taxên kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir. Piştre berê xwe dan Hesekê, Qamişlo û Kobanê. Kobanê dorpêç kirin. Piştî êriş zêde bûn HSD û hikûmeta HTŞê 29ê mehê peyman îmze kir û di 30ê çileyê de peyman ji raya giştî re aşkere kirin. Li gorî peymanê diviyabû dîlên di destê HTŞê de bên berdan û cenaze bên radestkirin. Dîsa yek ji xala peymanê jî vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn. Lê heta niha komek biçûk dikaribûn vegerin Efrînê. Lê ew jî di şertên xerab ên kampan de dijîn. Têkildarî geşedanên piştî peymanê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo nirxandin kir. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî peyman di 30ê çileya 2026an de hat aşkerekirin, di pir aliyan de guhertin pêk hatin û got: “Yek ji van xalên girîng ên peymanê vegera xelkê Efrînê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye. Lê li van taxan rewş hîn nehatiye guhertin. Rewşa Efrînê û Şêx Meqsûd girêdayî hev in. Ji bo vegera xelkê Şêx Meqsûd a Efrînê meclisek hat avakirin. Lê ji bo vegerê ti xebat nehatiye kirin. Piştî peymanê em dibînin ku nêzî 100 malbatan ji Hesekê û Qamişloyê berê xwe dan Efrînê. Malbat bi înîsîyatîf û daxwaza xwe vegeriyan Efrînê.”

3 hezar malbatên efrînî li Qamişloyê ne

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku heta niha nêzî 3 hezar malbatên Efrînê li Qamişlo dijîn û wiha axivî: “Malatbatên Efrînê li Hesekê jî dimînin, lê piranî li Qamişloyê ne. Niha di dibistan û mizgeftan de dijîn. Ji ber cihê wan zehmet in di nav şertên xerab de dijîn. Her 3-4 malbat di dibistanekê de dijîn. Hêzên navdewletî jî heta niha alîkariyek nekiriye. Gel dixwaze vegerin warên xwe. Ji bo xelkê Efrînê vegerin warên xwe divê ewlehiya wan hebe, ya din jî divê alîkariya madî bê kirin. Ji bo bikaribin dîsa mal û xaniyên xwe ava bikin û bi awayekî aram bijîn pêdivî bi alîkariya madî heye. Hin malbatên vegeriyane Efrînê jî hene. Lê ji ber mal û milkên wan hatine talankirin û wêrankirin niha di kampan de bi cih bûne.”

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku li Efrînê û li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derfetên kar nînin û wiha lê zêde kir: “Di nav şertên xerab de dijîn. Rewşa malbatan a aborî gelek xerab e. Piraniya malbatan, bêkar mane. Bi taybetî li Helebê piştî êrişên li ser taxan zor û zahmetiyên gelek mezin derketin.”

Saziyên navdewletî alîkarî nedaye

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku heta niha ji bo malbatên vegeriyane ti çareserî nehatiye dîtin û wiha berdewam kir: “Heta niha saziyên navdewletî ti alîkarî bi van malbatan re nekiriye. Penaberiya li Şêx Meqsûd û taxên din didome. Gelek malbat hene cihê wan tune ye. Malbatên li Helebê jî rewşa wan a aborî xerab e. Di aliyê ewlehiyê de ji berê baştir e. Li Efrînê girtin û revandin wekî berî nîne. Niha li Efrînê rewşa sereke aborî û kar e. Niha welatiyên vegeriyane Efrînê zahmetiyên herî zêde dijîn cih û war e. Dixwazin dema vegeriyan warên wan hebe. Bang li saziyên navdewletî û saziyên herêmî dikin ku ji bo alîkariyê bi erkên xwe rabin.”

Soz dan lê pêk neanîn

Îbrahîm Şêxo herî dawî bi bîr xist ku di aliyê rêveberiya Şamê de heta niha sozên ji bo Efrînê hatine dayîn, hîn pêk nehatine û wiha bi dawî kir: “Hîn pirsgirêka penaberên vegeriyane Efrînê çareser nebûne. Eger ji bo sozên dane gav bên avêtin dê rewş baş bibe. Rewş hîn baş nebûye û zahmetî hîn didomin.”