HRANA: Di êrişên 24 saetên dawî de 10 sivîl hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di roja 14. a şerê li ser Îranê de dest bi pêleke nû ya êrişên hewayî ya berfireh a li ser Tehranê kiriye. Li bajêr dengê teqînan hate bihîstin. Rageşiya li herêmê li welatên cuda jî belav dibe.

1 deqe xwendin
HRANA: Di êrişên 24 saetên dawî de 10 sivîl hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li ser paytexta Îran Tehranê wan dest bi pêleke nû ya êrişan a berfireh kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li seranserê Tehranê li hemberî binesaziya rejîmê hatiye kirin.

Li tehranê teqînên mezin

Piştî êrişan li Tehranê li pey hev dengê teqînên mezin hate bihîstin. Bi dema herêmî saet di 10:00 de li bakur û navenda paytextê teqînên mezin çêbûn ku avahî hejandin. Dûyê reş bi ser hin herêmên bajêr ket. Nuqteyên bûn hedef nehate eşkrekirin.

Di nava rojekê de zêdeyî 200 hedef hatin bombekirin

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya li ser medya dîjîtal de hate gotin, balafirên şer di nava rojekê de li zêdeyî 200 hedefan xistine. Li gorî daxuyaniyê êriş li ser fuzeyên balîstîk, sîstemên parastina hewayî û navendên hilberînê hatiye kirin.

Balafira DYAyê kete xwarê

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) got, di operasyona "Epic Fury" de ya li herêmê balafireke wan a leşkerî ketiye xwarê. Hate ragihandin ku bûyer bi serê 2 balafiran hat, yek jê ket, yekê jî bi rengekî ewle xwe danî.

Rayedaran gotin, bûyer ne ji ber êrişa dijmin an jî dost pêk hatiye û ragihandin ku karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li ser hejmar û rewşa personelên li balafirê agahî nehat dayin.

Li aliyê din Berdevkê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Xatem el Enbiya ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîkar hêzên Îranê li rojavayê Iraqê bi sîstema parastina hewayî balafireke sotemeniyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA anîne xwarê.

Trump: Em rejîma îranê bi temamî tune dikin

Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da û îdîa kir ku wan rejîma Îranê "ji aliyê leşkerî û aborî ve bi temamî tine kirine."

Trump di parvekirina xwe de got, "Hêza deryayî ya Îranê ji holê rabû, hêzên hewayî êdî nîne. Fuze û drone têne tinekirin."

Trump got, "Di nava 47 salan de li çar aliyên cîhanê mirovên bêguneh kuştin û niha, weke Serokê 47emîn ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ez wan ji holê radikim. Pêkanîna vê yekê rûmeteke mezin e!"

Li îranê gefên li ser protestoyên navxweyî

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî il hemberî protestoyên gengaz ên li welêt hişyariyeke tund dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî xwepêşandanên nû wê ji destwerdana meha Çileyê bêhtir bi tundî destwerdan bê kirin.

Rageşiya li herêmê zêde dibe

Piştî şer li herêmê belav bû, li welatên cuda bûyer qewimîn:

Li bajarê Sohar ê Ûmmanê du balafirên bê mirov ketin. Di bûyerê de 2 karkerên biyanî jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

Erebistana Siûdî diyar kir ku li Riyadê balafireke bêmirov a berê xwe li herêma dîplomatîk bû hate xistin.

Komeke çekdar a Iraqî ya alîgirê Îranê Ashab al-Kahf, piştî Fransayê diyar kir ku keştiya balafiran Charles de Gaulle dişîne Kendavê ragihand ku wê li berjewendiyên Fransayê yên li Iraqê û herêmê bixe.

Lîderê Koalîsyona Hiqûqa Dewletê Nûrî Malîkî têkildarî êrişên DYAyê yên li ser baregehên Heşdî Şabî yên li Iraqê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da, êriş şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê û hêzên siyasî kir ku li dijî êrişkariya Îsraîlê ya bi piştgiriya DYE'yê tedbîrên pêwîst werbigirin.

Li hewlêrê leşkerekî fransî hate kuştin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihand ku li herêma Hewlêrê di êrişekê de eşkerekî Fransayê jiyana xwe ji dest da. Macron li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî û diyar kir ku efserê wan Arnaud Frion di êrişê de jiyana xwe ji dest da.

Frion bû yekemîn leşkerê Fransayê ku piştî destpêkirina şerê li herêmê jiyana xwe ji dest da.

HRANAh: Di nava 24 saetên dawî de 312 caran êrış hate kirin

Bîlançoya êrişên ku 28ê Sibatê destpê kirin, her roj giran dibe. Windahiya herî giran a mirovan li Îranê rû dide.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku Îsraîl û DYAyê di nava 24 saetên dawî de li 15 wîlayetan herî kêm 312 caran êriş birin ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.

Hate ragihandin ku êriş li dijî 35 baregehên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê, navendên hêza Basîj, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên petrolê û navendên enerjiya nukleerê yên Îranê hatin kirin.

HRANAyê diyar kir ku di êrişên 24 saetên dawî de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 91 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê, beşeke mezin a êrişan li bajarên Tehran, Sine, Îsfahan û Elbûrzê hate kirin.

Di raporê de her wiha hate gotin, ji destpêka şer û vir ve 1286 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin kuştin ku 205 ji wan zarok bûn.