HSDê êrîşa çeteyan a li ser gundewarê Dêrazorê têk bir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî bajarokê Behra Wista têk bir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî bajarokê Behra Wista têk bir. Di encamê de pevçûnên giran qewimîn û 5 şervan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza tolhildana wan û domandina têkoşînê hat dubarekirin.


