HSDê nasnameyên 4 şervanên şehîd eşkere kir

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em nasnameyên 4 hevrêyên xwe yên şervan aşkera dikin ku di bersivdayîna êrişên komên Şamê de li Reqayê şehîd bûn. Şervanên me berxwedaneke lehengane ya mezin li hemberî êrişan nîşan dan û heya kêliya dawîn erka xwe ya parastina gelê xwe bi cih anî."

1 deqe xwendin
HSDê nasnameyên 4 şervanên şehîd eşkere kir

Em hêz û îradeya xwe ji van hevrêyên xwe yên şehîd digirin. Em soza ku me li pêşiya wan û li pêşiya gel xwe daye bidomînin û bê westandin bixebitin ta armancên wan bi cih bînin. Fedakariyên wan di rêya me de bûne ronahî. Bîranînên wan lehengan wê wê zindî bînin û wê ji me re bibin wesîleyek ku em têkoşînê bidomînin ta edalet û azadiyê ji gelê xwe re mîsoger bikin.

Em sersaxiyê ji xwe, malbatên her çar şehîdên xwe û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Careke din em dibêjin ku em ê têkoşîna wan bidomînin ta armancên ku ji bo wê şehîd bûne, bi cih bînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Roman

Nav û paşnav: Ehmed El Haco

Navê dayikê: Sara

Navê bav: Etê

Cihê jidayikbûnê: Sifêra

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Kerama-18 çile 2026

***

Nasnava: Amanos

Nav û paşnav: Abdullah El Namis

Navê dayikê: Selwa

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Kerama- 18 çile 2026

***

Nasnav: Resûl

Nav û paşnav: Mûeyed El Seîd

Navê dayikê: Sebha

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Til Mecdel

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Kerama- 18 çile 2026

***

Nasnav: Harûn Hesekê

Nav û paşnav: Yûsif Îsa

Navê dayikê: Firyal

Navê bav: Kamîran

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-19 çile 2026an.