Hurguliyên rapora Meclisê

Di rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê de ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ava bû têkildarî pêvajoya çekdanînê, sererastkirineke qanûnî ya taybet, 'mafê hêviyê' û 'pêkanîna qeyûm' de pêşniyarên girîng hatin kirin.

1 deqe xwendin
Hurguliyên rapora Meclisê

Komîsyon ji bo dengdanê li ser rewşa dawî ya raporê bike cara dawî li hev civiya. Rapor ji 7 sernavên esasî pêk tê. Nirxandin, rexnekirin û pêşniyarên li ser raporê dewam dikin. Di dawiya civînê de rapor bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di raporê de hat ragihandin ku qonaxa herî krîtîk a pêvajoyê çekdanîna PKKê ye. Hat ragihandin ku çekdanîn divê ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên dewletê ve bê tespîtkirin û piştrastkirin û hat gotin, ev yek wê ne tenê bêdengbûna çekan be, di heman demê de bibe destpêka demeke nû ya siyasî û hiqûqî.

Di vê çarçoveyê de hat pêşniyarkirin ku ji bo pêvajoya fesihkirinê û çekdanînê qanûneke taybet û derbasbûnê bê amadekirin. Hat destnîşankirin ku qanûna navborî divê xwedî çarçoveyeke welê be ku siyaseta demokratîk xurt bike û berfireh-tevgir be ku pêvajoyê û dema piştî pêvajoyê bi rê ve bibe.

Vegera şervanan

Di raporê de ji bo kesên çekê û tundiyê red dikin bi rengekî ewle û wekhev vegerin, pêşniyar hat kirin ku sererastkirinek bê kirin. Ji bo armanca vê yekê jî hat gotin ku; armanc ew e ku mesele ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bê kişandin û qada siyaseta demokratîk were xurtkirin.

Hat pêşniyarkirin ku ji bo kesên tevli karên komîsyonê bûn, nêrîna xwe parve kirin û di vê pêvajoyê de wezîfe kirin, garantiya hiqûqî bê dayin. Hat destnîşankirin ku karên van kesan divê bi rengekî qanûnî werin parastin.

Sererastkirina înfazê

Di raporê de "Mafê Hêviyê" li ser bingeha mafên mirovan hat nirxandin. Pêşniyar hat kirin ku mewzûata înfazê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ve jinûve di ber çavan re bên derbaskirin.

Hat gotin, mekanîzmaya taloqkirina înfazê ya ji bo girtiyên nexweş û extiyar jinûve bê nirxandin, darizandina negirtî esas were girtin û edaleta înfazê bê xurtkirin.

Şopandina raporê

Ji bo pêvajo bi rengekî çê û erênî bê meşandin pêşniyar hat kirin ku nava organa rêveberiyê de mekanîzmaya şopandinê û raporkirinê bê avakirin. Hat ragihandin ku ev mekanîzma divê rêvebirinê bişopîne û asta gihîştina armancê binirxîne.

Di raporê de pêşniyar hat kirin ku eger şaredar ji wezîfeyê bê dûrxistin li şûna tayînkirina qeyûm divê li nava Meclîsa Şaredariyê hilbijartin bê kirin û şaredar were hilbijartin.