IHRNGO: Li Îranê 3646 kes hatin girtin

IHRNGOyê diyar kir ku di 53 rojên şerê Îsraîl-Amerîka yê li dijî Îranê de, li Îranê 3 hezar û 646 kes hatin girtin.

1 deqe xwendin
IHRNGO: Li Îranê 3646 kes hatin girtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), rapora xwe ya têkildarî şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de yê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû, bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê, di 53 rojan de herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine girtin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 8ê Nîsanê, roja destpêkirina agirbestê ve, herî kêm 767 kes hatine girtin û di nav kesên hatine girtin de 111 aktîvîst jî hene. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek kesên hatine binçavkirin di bin şert û mercên tecrîdê de tên ragirtin.

 Di raporê de hat diyarkirin ku ew kes bi îdîayên “sîxurî”, “têkiliya bi servîsên îstîxbaratê yên biyanî re”, “şandina dîmen an kordînatên herêmên hesas ji medyaya ku navenda wê li derveyî welat e re” û “avakirina şaneyên operasyonel” an jî “hewldana birêvebirina çalakiyên çekdarî” tên sûcdarkirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Daneyên ku ji aliyê Mafên Mirovan a Îranê ve hatine komkirin nîşan didin ku di gelek rewşan de destur nayê dayîn ku kesên hatine binçavkirin bi cîhana derve re têkiliyê deynin û malbatên wan der barê cih û rewşa wan a hiqûqî de agahdar nîn in.”

 Di raporê de cih dan nasnameya girtiyên hatine tespîtkirin û agahiyên ku li kîjan herêmê hatine ragirtin.