Îlham Ehmed: Hemû nûçeyên der barê komkujiyên Hesekê bê bingeh in
Îlham Ehmed: Pêkanîna projeya herêma ewle ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo herêmê bi xeter e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, bang li gelê Kantona Cizîre kir ku baldar bin û got: “Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in.”
Di saetên dawî de li ser platformên medyaya dîjîtal dîmenên bê bingeh tên belavkirin. Di van dîmenan de tê îdiakirin ku li Kantona Cizîre komkujî hatine kirin, bi van îdiayan dixwazin fitneyê derbixin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X peyamek da û got: “Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in û ji aliyê hêzên dijmin ve tên belavkirin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku bi van hewldanan hewl didin agirbestê binpê bikin, di nava eşiretan de rageşiyê zêde bikin û êrişên xwe yên li dijî Hesekê û Kobanê ji nû ve bidin destpêkirin û wiha anî ziman:“Em pabendiya xwe ya bi agirbestê û yekitiya hêzan piştrast dikin.”


