Şivanên Seyîdsadiq dest bi birîna pez kirin

Li Kurdistanê birîna hiriya pez dest pê kir. Li devera Deşta Şarezû ya dikeve sînorê navçeya Seyîdsadiq birîna hirîya pez destpê kir.

1 deqe xwendin
Şivanên Seyîdsadiq dest bi birîna pez kirin

Îsal baran zêde bû û hewa dereng germ bû. Li Kurdistanê ji ber barîna zêde ya baranê birîna hirîya pez dereg dest pê kir. Piştî hewa germ bû werza birîna hiriya pez dest pê kir. Her salê ji bo pez aram bijî û bimeşe şivan dest bi birîna hiriya wê dikin. Îsal jî şivanên devera Seyîdsadiq ji niha ve dest bi birîna hiriya pez kirine.

Şivanên qusês ku bez dibirin, dest bi birîna hiriya pez kirin. Birîna hiriya pez ji meha Gulanê destpê dike piranî jî li Herêma Germiyanê tê kirin. Li deverên zozan jî bi germbûna werzê re dest bi birîna hiriya pez tê kirin. Karê birîna hiriya pez jî bi kesek û du kesî nabe, ji bo wê ye ku şivan bi hevkarî û tevkariya hev qusêsiyê dikin. Ev yek jî çandeke resen ya Kurdî ya herêmê ye.

Şivaneke yê devera Seyîdsadiq yê bi navê Omer Salih ji Rojnewsê re axivî û got: “Em hemû xizim û kesûkarên hevin. Bi hev re kar dikîn. Êvarî hev agahdar dikin ji bo birîna hiriya pez. Ev kar girane, bi hev re paletî kar dikîn.”

Yek ji şivanên din yê bi navê Heyder Mihemed jî got: “Li gorî werza sar û germiyê, avhewayê dest bi birîna hiriya pez dikîn. Ev werz werzê birîna hiriya peze. Eger hiriya wê nebirîn dibe nexweşî ji bo pez.”

Şivan rexne li hikûmetê digirin ku nexwedî pilaneke başe ji bo hiriya pez, lewra ew hiriya ku dibirin ji neçarî davêjin ciheke dûr û dişewitînin. Di demekê de dikarin ji wê hiriyê gelek cûreyên berhemên weke cil û berg û dîsa gelek tiştên din jê bê çêkirin. Mixabin ne hikûmet xwedî pilane û ne jî alîkariya şivanan dike ku sûdê ji wê hiriyê bistînin.