Cezayê darvekirinê Ecac Tîkrîtî hat birîn
Di rûniştina duyemîn a darizandina Ecac Tîkrîtî de ku weke yek ji celadên Enfalê dihate naskirin, dadger cezayê darvekirinê lê birî.

Li Dadgeha Resafe ya Bexdayê, rûniştina duyem ya doza darizandina celadê girtîgeha Nugre Selma Ecac Tikrîtî hat lidarxistin. Dadwer biryara darvekirinê ji bo Ecac Tikrîtî derxist.
Ecac Ehmed Herdan bi nasnav ‘Hecac yan Ecac Tikrîtî’ xelkê bajarokê Tikrît ya ser bi parêzgeha Selahedîn û ji eşîreta Elbunasir û êla Nizare. Ango ji eşîra Sedam Huseyn e.
Piştî hilweşîna rejîma Baasê mala wî li Kerkûkê bû, piştre berê xwe da Sûriyeyê û li taxa Cermane ya paytexta Sûriye Şamê jiyan kir.
Di dema darizandina çaşên rejîma Baasê de bi berdewam proseyê şopand û dizanî navê wî wek tawanbarê sûcê Enfalê hatibû danîn. Sê kurên wî hebûn, du ji wan bûn çekdarên El-Qaîde û di şerê li navçeya Ziluye ya li sînorê parêzgeha Selahedîn de hatin kuştin. Herwiha kurê wî yê biçûk yê bi navê Raîd li Sûriyeyê li gel bavê xwe jiyan dikir.
Sûcdarê serekî yê Girtîgeha Nugre Selman Ecac Tikrîtî ku wek ‘celadê kurdan’ tê nasîn roja 31ê tîrmehê (2025) hatibû girtin û îro di runiştina duyem ya doza darizandinê de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.


