AVAMED ji bo pêşerojê perwerdeya girîngiya avê dide

Di çarçoveya "Semînerên Perwerdehiya Pêşengên Avê de ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya AVAMED ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, li navçeya Farqînê ji bo 250 xwendekaran perwerdehiya hişmendiya avê hat dayîn.

1 deqe xwendin
AVAMED ji bo pêşerojê perwerdeya girîngiya avê dide

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê (AVAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê, xebatên xwe yên perwerdehiyê li navçeyan didomîne. Di vê çarçoveyê de li navçeya Farqînê, li Dibistanên Seretayî yên Gazî, Ortaçeşme û Yuzuncuyilê bernameyên perwerdehiyê yên înteraktîf hatin lidarxistin.

Perwerdehî di bin koordînasyona Midûriyeta Têkiliyên bi Gel re, di navbera saet 10.00 û 15.00an de pêk hat. Di bernameyê de girîngiya avê ya di jiyana mirovan de, rêbazên teserûfa avê û mijarên xerckirina bihişmend hatin nîqaşkirin. Pisporan bi rêya pirs û bersivan û bi mînakên ji jiyana rojane, xwendekar teşwîq kirin ku di bikaranîna avê de baldar bin.

‘Em ji bo pêşerojê veberhênanê dikin’

Midûrê Şaxa Têkiliyên bi Gel re û Ragihandinê Mehmet Sagirdag der barê projeyê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev xebat ji bo parastina çavkaniyên xwezayî girîng e. Sagirdag got: "Projeya Pêşengên Avê ne tenê bernameyeke perwerdehiyê ye, veberhênanek e ku ji bo pêşeroja me tê kirin. Em biryardarin ku her sal projeya xwe berfirehtir bikin û bigihînin girseyên mezintir."

Projeya ku di sala 2025an de li 18 dibistanan bi hezar û 531 xwendekaran dest pê kiribû, di sala 2026an de gihîşt asteke bilind. Di sala 2026an de li 56 dibistanan 4 hezar û 538 xwendekar hatin perwerdekirin. Bi vî awayî ji roja destpêkirina projeyê heta niha, li 74 dibistanên seretayî bi giştî 6 hezar û 69 xwendekar bûn ‘Pêşengên Avê’.

AVAMED amanc dike ku bi van perwerdehiyan re, di nava nifşên nû de çanda parastina avê û hişmendiya jîngehê bi cih bike.