Forûma Aştî û Azadiya Civakî didome
Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe, di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de gelek komxebat hatin lidarxistin û “Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî” ku berhemên 32 hunermendan lê tên nîşandan, didome.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di çarçoveya bernameyê de li navçeya Sûrê meşek hate lidarxistin, bi mijarên cur bi cur li deverên cuda yên bajêr komxebat tên lidarxistin û “Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî” ku berhemên 32 hunermendan lê tên nîşandan didome.
Bîr û huner li cem hev e
Di pêşangehê de berhemên 32 hunermendan ên li ser mijarên bîra civakî, aştî, azadî, xweza û nasnameyê tên nîşandan. Hunermendan bi teknîkên cuda mijarên wekî aştî, ekolojiya civakî, mafên jinan û nasnameyê pêşkeş kirine. Bi taybetî enstalasyona hunermend Fûnda Coşkûn a bi navê “Li ser kevirên li ser hev hatine danîn”, wekî nîşaneya avakirina jiyaneke nû û hevpar bal kişand dikişîne ser xwe.
Di nav berhemên ku hatine nîşandan de, xebata hunermend Hogir Ar herî zêde balê dikişîne ser xwe. Hogir Ar di berhema xwe de cih da xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû ku di 14ê cotmeha 2014an de dema li Edeneyê rojname belav dikirin hatibû kuştin. Ev berhem wekî sembola zextên li ser çapemeniya kurd û têkoşîna heqîqetê hat nirxandin.
Pêşangeh dê heta 15ê Gulanê vekirî bibe
Di çarçoveya bernameya forûmê de dê êvarî saet di 19.00an de dê li Eywana Mehmet Emîn Yalçinkaya ya li Çand Amedê lîstika Jîn (Jinên Azad) bê lîstin û dû re dê gotûbêjek bê lidarxistin. Herwiha di heman saetê de dê li Eywana Sînemayê ya Çand Amedê belgefîlma ‘Kerboran’ bê nîşandan.


