Ji bo 15ê Gulanê şahiya ziman

Şaredariya Rdzanê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşmeya “Zimanê me, rûmeta me ye” şanhiyek li dar xist.

1 deqe xwendin
Ji bo 15ê Gulanê şahiya ziman

Şaredariya Rezan li Navenda Ciwanan a Rezanê ya Parka Goletliyê “Şahiya Cejna Ziman û Dawiya Serdema Kursan” li dar xist. Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, şagirt, malbatên şagirtan û gelek kes beşdarê bernamêyê bûn. Di bernameyê de belge dan xwendekaran û şagirtan helbest xwendin, Koroya Zarokan derketin ser dikê, stran gotin.

Kesên beşdarî bernameyê bûn i ser girîngî û wateya ziman axaftin kirin û xwestin bêtir li kurdî xwedî derkevin.