Koma pêncemîn a koçberên Efrînê gihiştin malên xwe
Koma pêncemîn a koçberên Efrînê şeva borî, yekşemê, gihîştin malên xwe.

Koma çaremîn a koçberên Efrînê sibeha înê, di çarçoveya rêwîtiyên vegerê yên rêxistinkirî li bajarê Hesekê kom bûn û ji wir ber bi Efrînê ketin rê.
Ev kom ji nêzîkî hezar malbatan pêk dihat, beşek ji wan roja şemiyê êvarê gihîşt Efrînê, lê beşa duyemîn duh serêsibê derket û piştî nîvê şevê gihîşt malên xwe.


