Mazlûm Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê lihevhatinên nû pêk hatin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, bang li şêniyan kir ku aram bin û rê bidin lihevkirinên berdewam ên bi hikûmeta demkî re ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka tabelayên li Koşka Edaletê ya Hesekê.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê lihevhatinên nû pêk hatin

Di çarşoveya Peymana 29ê Çileyê ya HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan dosyayan e ku tê astengkirin. Ji ber vê astengkirinê li bajarê Hesekê li ber Koşka Edaletê xwepêşandan hatin lidrxistin, xwepşandêran rakirina zimanê kurdî li ser tabelayên avahiyê protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê li parêzgehê kir.

Der barê mijarê de Ajansa ANHAyê bi fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevpeyvîneke kir. 

Mazlûm Ebdî der barê mijarê de da zanîn ku beriya du hefteyan pirsigirêk derketibû holê û mafên dadgerên ji Rêveberiya Xweser ku di nav hikûmetê de werin bi cih kirin nehatibû parastin û got: “Ji ber pirsgirêkên heyî di pêvajoya entegrasyonê de pirsgirêk derketin holê. Pirsgirêk zêdetir ji ber nezelaliya dê dadwerên me çawa tevli nav saziya dadweriyê bibin de derket holê.”

Mazlûm Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berteka rêveberiya dadgeriyê ya li herêmê rewa bû, ji ber ku wan paşguhkirin qebûl nekir, jixwe ev paşguhkirin li dijî entegrasyonê bû.”

Mazlûm Ebdî got piştî vê paşveçûnê ku nêzî 2 hefte berê dest pê kir, li Şamê û li deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin. Her wiha destnîşan kir ku wî bi xwe civînek bi kesên ku bi dosyaya dadgeriyê re têkildar li dar xistiye da ku vê krîzê derbas bikin û pêşî li wê bigirin ku nebe astengiyeke berfireh.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku bi hikumeta demkî re lihevkirin çêbûne û hatiye qebûlkirin ku dadgerên ji Rêveberiya Xweser werin entegrekirin û ji kar neyên derxistin. Herwiha li hev hatiye kirin ku hin kesên ji serdema berê (serdema Baasê) dê berdewam bikin da ku "dozên welatiyan bêne şopandin û xebata dadgerî bi rê ve here". Ev yek bêyî bi xebata hevbeş di navbera dadgerên ji Rêveberiya Xweser û dadgerên ku berê xizmet kirine de were pêkanîn.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku lîsteyên navên dadgerên ji Rêveberiya Xweser, ji bo amadekariya qeydkirina wan di kursên perwerdeya dadgerî yên hikûmeta demkî û erkdarkirina wan ji bo dadgehan hatine pêşkêşkirin. Mazlûm Ebdî da zanîn ku her du aliyan li hev kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê û vekirina navendên dadgerî li herêmê bi lez bikin, ji ber ku gelek xizmetên fermî bi wê ve girêdayî ne.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku derengketina projeya dadgehê bandorê li gelek mijaran dike, di nav de hilbijartin, derxistina pasaportan, mijarên qeydkirina erd û milkan û dan û standinên din ên ku belgeyên dadgerî hewce dikin. Ebdî got: "Çareserkirina pirsgirêka dadgehê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên din e.”

Der barê rakirina zimanê kurdî ji tabelayên dadgehê yên li Hesekê de Malûm Ebdî diyar kir ku hikûmetê ev yek bi hinceta ku dadgeh "saziyeke serwer e di nav parêzgehê de û divê tabela tenê bi erebî be" hewl da rewa bike. Ebdî got nûnerên herêmê naxwazin ev nakokî bibe astengiyeke din ji bo pêvajoya entegrasyonê.

Ebdî rave kir ku li gorî peymana bi hikûmetê re hatiye pejirandin ku tabelayên duzimanî (erebî û kurdî) li bajarên ku bi piranî kurd lê dijîn wekî Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û yên din, werin bikaranîn. Herwiha destnîşan kir ku tabelaya heyî ya li Hesekê "ji bo demeke diyarkirî" hatiye pejirandin û dê paşê di peymanên nû de were nirxandin.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku bertekên gel ên li dijî rakirina zimanê kurdî mafdar in û "bihêz" bûn, bi taybet di nav ciwanan de, ji ber hesasiyeta civakê ya li hember mijara parastina zimanê kurdî. Li ser bingeha van pêşketinan û bi berçavgirtina nerazîbûnên giştî û hesasiyeta li dora dadgerî û saziyê, mijar ji nû ve hat nirxandin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku di dan û standinên berdewam de bi nûnerên hikûmeta demkî re ev mijar dîsa hat gotûbêjkirin û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka ziman û navan li Koşka Edaletê ya li Hesekê di qonaxa pêş de, wekî li bajarên din ên kurdan, lihevkirinek çêbû. Ebdî destnîşan kir ku aliyê din soz daye ku pirsgirêkê çareser bike û tabelayên bi erebî û kurdî ji nû ve saz bike, lê di qonaxeke paş de, ne niha.

Mazlûm Ebdî bang li şêniyan û bi taybet ciwanan kir ku derfetê bidin û aram bin ji bo ku têgihîştin li ser erdê werin bicihkirin û da ku pêvajoya entegrasyonê têk neçe û mijarên din ên têkildarî vê saziyê dereng nemînin.

Di dawiyê de, fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî rêz û spasiya xwe ji bo hesasiyeta mezin a gel a der barê parastina zimanê kurdî de anî ziman, ew helwest wek çavkaniya şanaziyê bi nav kir, di heman demê de diyar kir ku divê hewlên ji bo misogerkirina ku zimanê kurdî di siberojê de di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin, berdewam bikin.