Bi girseyî serkeftina Amedsporê pîroz kirin

Piştî Tîma Amedspor bû şampiyon û derket Super Lîgê, gel bi girseyî serkeftina Amedsporê li Qada Newrozê pîroz kir.

1 deqe xwendin
Bi girseyî serkeftina Amedsporê pîroz kirin

Piştî Tîma Amedsporê bi ser ket û derbasî Super Lîgê bû, bi sed hezaran alîgirên wê bi pankart, forma û dovîzan derbasî Qada Newrozê bûn û heta derengê şevê bi coşeke mezin serkeftina Amedsporê pîroz kir. Bi sed hezaran kes li qadê alên Amedsporê bilind kirin û govend gerandin. Pîrozbahî bi konsera Beser Şahîn berdewam kir. Hunermend Beser Şahîn bi stranên xwe gel coşand.

Piştî konserê Serokê Amedsporê Nahît Eren Roja Dayikan pîroz kir û got: “We kareke mezin bi ser xist. Me mezin qezenc kir, me bi hev re qezenc kir. Em bi hev re meşiyan û îro me ev kupa anî vî bajarî. Me tu carî baweriya xwe winda nekir, me baweriya xwe bi we anî. We em tu carî bi tenê nehiştin. Belê, lê me tu carî ji nasnameya Amedsporê tawîz neda. Ziman û nasnameya Amedsporê li aliyê aştî, xwişk-biratî, azadî û wekheviyê ye. Me bi hev re bi ser xist, me mezin qezenc kir.”

Piştî axaftinan, şandeya teknîkî û futbolvan bi çepik, tîlîlî û dirûşman derketin ser dikê. Futbolvanên ku yek bi yek hatin gazîkirin, tevî dayik û malbatên xwe silav dan alîgiran. Futbolvanên ku bi govendê derketin ser dikê, ji aliyê alîgiran ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 

Pîrozbahî bi stranên Koma Agirê Jiyan û hunermend Bajar berdewam kir. Alîgirên Amedsporê li ber stranan govend gerandin û alên tîma xwe li qadê li ba kirin. Pîrozbahiya serkeftina Amedsporê heya derengiya şevê bi çoş û kelecanek mezin bi dawî bû.