Îran di Tengava Hurmuzê de dest danî ser du keştiyan
Li gorî medyaya Îranê, Hêzên Pasdaran (Sipahê Pasdaran) di Tengava Hurmuzê de êrişî sê keştiyên barhilgir kirin.

Hêza Deryayî ya Pasdaran daxuyand ku wan dest daniye ser keştiyên bi navê MSC Francesca û Epaminondas û ew ber bi qeraxên Îranê ve birine. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku van keştiyan ‘bêyî destûrên pêwîst kar dikirin û destwerdan di pergalên seyrûseferê (navîgasyon) de kirine’.
Saziya Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku di êrîşa yekem a li tengavê de, keştiya bi navê Epaminondas ku aîdî şîrketeke Yewnanistanê ye, hatiye hedefgirtin. UKMTOyê diyar kir ku ji ‘botên bilez’ ên Pasdaran fîşek ber bi keştiyê ve hatine teqandin û di encamê de keştiyê zirareke mezin ditiye.
Di êrîşa duyem de hat ragihandin ku keştiya bi navê Euphoria ku bi ala Panamayê ye û aîdî şîrketeke Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb e, li nêzî heşt mîlên deryayî li rojavayê Îranê rastî êrişê hatiye.


