Îran hêza parastinê winda dike
Şerê Îsraîl-Amerîkayê ku di 28ê sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, hefteyek derbas li pişt xwe hişt. Têkildarî şerê heyî rojnameger Behram Zeraî anî ziman ku Îsraîl û DYA bêhtir êrişî baragehên parastinê dikin û dixwazin rejîma Îranê teslîm bigirin û got: “Di serî de hêza parastinê lawaz dikin. Îran heta niha her diçe hêza parastinê ji dest dide.”

Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê sibatê û vir ve bi rengekî dijwar dewam dikin. Îsraîlê pêleke nû ya êrişê ya berfireh daye destpêkrin. Li Tehranê teqînên mezin rû didin. DYAyê operasyona bi navê ‘Hêrsa Destanî’ û Îsraîl jî bi navê ‘Gurmijîna Şêr’ operasyonê dimeşîne. Bîlançoya kuştina mirovan û madî giran dibe. Şêwirmendê sereke yê rêberê olî yê Îranê Alî Xamaney ku hat kuştin, Muhammed Muhbar ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku wê bi DYAyê re muzakereyê nekin û ji şerekî demdirêj re amade ne. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatine rûxandin.
Dixwazin pergala parastinê hilweşînin
Rojnameger Behram Zeraî li ser rewşa îranê nirxandinên girîng kirin û anî ziman ku DYA û Îsraîlê di 28ê sibatê de dest bi êrişên li ser Îranê kir û got: “Di van êrişan de herî zêde baregehên leşkerî yên Îranê û saziyên Îranê hatin hedefgirtin. Serokê olî yê rejîma Îranê Alî Xamaney û gelek rayedarên payebilind pê re hatin kuştin. Îsraîl û Amarîka niha dixwazin bi temamî pergala fuzeyan a Îranê ji holê rabike. Dixwazin pergala berxwedanê ya Îranê hilweşînin û bê parastin bihêlin. Îsraîl û Amerika her roj baregehên leşkerî yên Îranê dikin hedef.”
Rojnameger Behram Zeraî da zanîn ku niha tişta ku ew dibînim, Amerîka dixwaze Îranê teslîm bigire û rêveberiyek lawaz ku nikaribe li ber xwe bide ava bike û got: “Dixwaze hikûmetek lawaz ku nikaribe li dijî Îsraîl û Amerîkayê bibe xeterî ava bike. Dîsa dê bixwaze bêyî ku Îran parçe bibe, hindik be jî mafê kurd, belûc û azerî nas bike. Dê bixwaze ku gelê Îranê xwe bi rê ve bibe. Lê ev ê çawa çêbibe hêj nediyar e. Li Îranê gelek kom hene. Li pêşeroja Îranê du sanaryo xuya dibin. Yek jê Amerîka û Îsraîl dixwazin bi hin koman ku di nav rejîma Îranê de li hev bikin û bi rê ve bibin, an jî bi komên li derveyî rejîmê re têkevin nav dan û standinê. Partiyên mixalif pirparçe ne. Hin komên reformîst hene ku hêza wan û têkiliya wan jî heye. Ev du rê li pêş Îranê ne.”
Parastina Îranê kêm dibe
Behram Zeraî bal kişand ser encama êrişên hefteyekê û wiha berdewam kir: “Piştî êrişên hefteyekê xuya dike ku asta parastina Îranê daketiye. Îsraîl û Amerîka jî her roj dixwazin zêdetir hêza parastina Îranê bikin hedef û hêza parastinê kêm bikin da ku rejîma Îranê teslîm bigirin. Yên heta niha li dijî teslîmgirtina Îranê Alî Xamaney û hin rayedarên leşkerî bûn. Ev kesên li pêş Amerîka û Îsraîlê asteng bûn hatin kuştin. Lê dîsa kes hene ku di parastin û berxwedanê de israr dikin. Naxwazin Îranê teslîm bigirin.”
Behram Zeraî bal kişand ser sekna Îranê ya li dijî êrişan û wiha lê zêde kir: “Tişta niha xuya dibe her tişt li gorî planên Amerîka û Îsraîlê bi pêş dikeve. Îran heta niha dixwaze li ber xwe bide. Heta niha rayedarên rejîma Îranê bi biryar in ku tola Alî Xamaney bistînin. Lê xuya ye ku hêza Îsraîl û Amerîkayê li esmanê Îranê xurttir dibe û dê Îran zêde nikaribe li ber xwe bide.”
Behram Zeraî li ser dirêjbûna şer û encama şer jî pêşdîtinên xwe wiha parve kir: “Eger şer bidome, dê parastina şer a Îranê her roj lawaz bibe. Di vê rewşê de partiyên mixalif ên hikûmeta Îranê ku bibînin parastina Îranê lawaz bûye, dê hewil bidin ku hin herêmên Îranê têxin destê xwe û xwe bi rê ve bibin. Ji bo civak nikaribe xwe bi rêxistin bike û li ber xwe bide civak û saziyên civakî jî dibin hedefa êrişan. Ev fikar heye ku dema şer dirêj bibe, şerê navxweyî jî li Îranê bi pêş bikeve.”
Partiyên li Rojhilat û gel xwe bi rêxistin kiriye
Behram Zeraî li ser bandora şerê li dijî Îranê ya li kurdan û gelê Îranê ev nirxandin kir: “Civakên rojhilatê Kurdistanê birêxistinkirî ye. Partiyên Rojhilat li bendê ne ku rojhilatê Kurdistanê di destê xwe de bigirin. Li bendê ne ku civaka xwe ya li Rojhilat di destê xwe de bigirin û bi rê ve bibin. Lê li navenda Îranê gel ne birêxistinkirî ye. Gelê fars û navenda Îranê bi qasî gelê kurd û rojhilatê Kurdistanê ne birêxistin e. Li rojhilatê Kurdistanê gel dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Dibe ku ev şer rejîma Îranê ji holê rabike. Lê tenê bi şer komar demokratîk nabe. Eger partiyên siyasî nikaribin gelê xwe bi rêxistin bikin û gel nikaribe xwe bi rê ve bibe, ew komar nabe komareke demokratîk.”
Yekîtiya partiyên kurdî
Behram Zeraî bal kişand ser hevpeymana di navbera partiyên siyasî yên kurdî de û wiha domand: “Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, daxuyanî da ku piştgiriya hevpeymaniyê dike û dê dijberiya wê neke. Ev yekîtî û hevpeymana partiyan ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê gaveke gelek baş e. Piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî li rojhilatê Kurdistanê ev daxwaza yekîtiya partiyan zêdetir derket pêş. Ev tifaqa di nav partiyan de gelek girîng e. Ji bo ku bikaribin bi gelên belûc, fars û civakên din re hevkariyê bikin ev yekîtî gelek girîng e.”


