Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş koça dawî kir
Kedkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş ê ku bi salan di nava çapemeniya azad û Kovara Modernîteya Demokratîk de dixebitî, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenezeya Şukru Çatalbaş dê sibe li Mizgefta Nûrê ya navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê bê rakirin.


