Îranê 2 ciwanên Kurd binçav kirin

Zewt, tundî û êrîşên Rejîma Îranê ya li dijî kurdan zêde dibe. Rejîma Îranê 2 ciwanên kurd binçav kirin.

1 deqe xwendin
Îranê 2 ciwanên Kurd binçav kirin

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê, danê sibehê hêzên Îranê du ciwanên kurd li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, bêyî fermana dadwer binçav kirin.

Her du ciwan bi tometên giran tên sûcdarkirin û niha ji aliyê hêzên artêşa pasdarên Îranê ve tên girtin. Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku 9 roj in Zara Mihemed Welî (27) a xelkê Awdanan a parêzgeha Îlamê ye, hatiye binçavkirin û agahî jê nayê girtin. Hatiye diyarkirin ku hêzên Îranê derbarê cihê lê tê ragirtin de agahiyan nedaye malbatê û rê nade parêzer û malbat hevdîtinê pê re bike.

Li gor agahiyên ku rêxistinê parvekirin, çalakvana mafên jinan Tîna Dilco ji bo bicihanîna cezayê yek sal girtîgehê, şandine Girtîgeha Lakan Reşt. Hatiye gotin ku sêyemîn doze piştî serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ li vê çalakvanê tê vekirin.

Hate diyar kirin ku welatiya bi navê Filora Semedanî ya ji baweriya Behayî (55) a nişteciha bajarê Yezd, 28 roj in bêyî ku çarenûsa wê ya yasayî bê diyarkirin, di girtîgeha Yezd de tê ragirtin û dosya wê ji bo dadgehê nehatiye şandin.

Hate gotin ku Maîde Danişmend a 24 salî, tevî ku zêdetirî çar meh in di ser girtina wê re derbas bûye jî, lê hîna jî di rewşeke nediyar de ye û destûr nehatiye dayîn ku bi kefaletê were berdan. Ew di dema xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê de tevî hevjînê xwe Peyman Mûminî li bajarê Mubareke ya Îsfahanê hatibû binçavkirin û heta niha li ser çarenûsa hevjînê wê jî tu agahî nînin.