Îranê bi dronê êrîşî bîra petrolê ya li Garê kir

Îranê li dijî bîrên petrolê ya bi navê Reberkay ya DYAyê ya li devera Meyrokê ya Herêma Gareyê bi dronên xwekuj êrişek pêk anî.

1 deqe xwendin
Îranê bi dronê êrîşî bîra petrolê ya li Garê kir

Çavkaniyên piştrast agahî dan Ajansa Rojnewsê û diyar kirin ku Îranê bi dironên xwekuj êrişek li ser bîrên petrolê ya Amerîka ku li devera Meyrokê ya Herêma Çiyayê Garê ye pêk anîye. Çavkaniyan piştrast kir ku du caran êrîşî bîrên petrolê kirine. Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsil ve hatiye şandin.