Îranê di 5 rojan de 8 kes, darve kir

Rejîma Îranê di 95 rojên ewil ên 2026an de nêzi 170 kes darve kir. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li saziyên mafên mirovan kir û xwest darvekirinan rawestînin. Ji 1ê Nîsanê heta îro 8 kes hatin darvekirin.

1 deqe xwendin
Îranê di 5 rojan de 8 kes, darve kir

Di 5ê Nîsanê de Ajansa Nûçeyan ya Mîzan ku girêdayî dadweriya bilind ya Îranê ye, diyar kir ku du xwepêşanderên vê dawiyê ên bi navê Mihemed Emîn û Şahîn Wehîd Persit hatine darvekirin.

Di 4ê Nîsanê de Ajansa nûçeyan a Mîzan ku ser bi desthilata dadweriya Îranê ye, ragihand ku du girtiyên siyasî yên bi navê Hesen Muntezer û Wehîd Bin Amiryan li girtîgeha Kerec hatin darvekirin.

Di 1ê Nîsanê de, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku li Îranê di nava 24 saetan de 4 muxalîf bi dizî hatin darvekirin. 

Rejîma Îranê di 3 mehên 2026an de herî kêm 160 girtî darve kir. Li gorî nûçeyên ajansan beyî agahî bide parêzer û malbatên 17 kesan ew darve kirine. Li gorî daneyên HENGAWê ji kesên hatine darvekirin ji wan 11 kurd, 12 gilak, 4 beluç, 7 ereb, 6 afgan û 39 kes jî fars in. Kesên hatine darekirin li herêmên Loristan, Îsfahan, Kirmanşan, Îlam, Sistan û Belucistanê hatine darvekirin. 

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê jî derbarê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyanî belav kirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin azad bike û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.