Îranê di çarçoveya operasyona ‘Soza Rast’ de dest bi êrîşa moşekan kir
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Hêzên Pasdarên Şoreşê di çarçoveya operasyona ‘Soza Rast’ de pêla 80yemîn a êrîşên moşekan li dijî Îsraîlê da dest pê kirin. Çavkaniyên Îsraîlê êriş piştrast kirin û daxuyandin ku di encama îsabeta moşekan de li gorî agahiyên pêşiyê 6 kes birîndar bûne.

Ligel nîqaşên agirbest û hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de jî êriş berdewam dikin. Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Hêzên Pasdarên Şoreşê di çarçoveya operasyona ‘Soza Rast’ de pêla 80yemîn a êrîşên moşekan li dijî Îsraîlê da dest pê kirin. Hate daxuyandin ku di êrişê de moşekên Xoremşar-4 û Kaîbar hatine bikaranîn. Hate diyar kirin ku serê van moşekan ji bombeyên mîsketê hatine çêkirin û yek moşek zêdeyî 100 bombeyan dihewîne.
Hat ragihandin ku êrîş li hedefên ku wek dijmin tê dîtin li Îsraîl, Îmaretên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî, Kuweyt, Qatar, Uman û Qibrisê pêk hatiye.
Piştî vê daxuyaniyê çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku moşekên Îranê li Îsraîlê îsabetî hin hedefan kiriye û li gorî agahiyên pêşiyê 6 kes birîndar bûne.


