Îsraîl êrişê Lubnanê kir

Rexmê agirbestê, êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê berdewam dikin, di êrişê 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Îsraîl êrişê Lubnanê kir

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên îro yên li ser çend deverên başûrê Lubnanê de, 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Lubnanê ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê li bajarokên Qelaileh, Zibqin û Yater, û her wiha Mahmudiyeyê xist. Artêşa Îsraîlê derdora Bint Cibêl topbaran kir. Ji başûrê Lubnanê jî çend mûşek ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Herwiha hêzên hewayî yên Îsraîlê 2 wesayît li ser rêya Beyrût-Sîdonê bombebaran kirin.