Îsraîlê 12 xebatkarên tenduristiyê kuşt

Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser navenda tenduristiyê ya li bajarokê Borj Qalaouiya ya li Başûrê Lubnanê de herî kêm 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

1 deqe xwendin
Îsraîlê 12 xebatkarên tenduristiyê kuşt

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ya xwe spartî Wezareta Tenduristiyê, di êrîşa Îsraîlê ya li ser navendeke tenduristiyê ya li bajarokê Borj Qalaouiya ya li başûrê Lubnanê de herî kêm 12 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerînê didomin.