Îsraîlê bi sedan Lubnanî kuştin

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê diyar kir ku di êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, bi sedan Lubnanî hatin kuştin û birîndar bûne.

1 deqe xwendin
Îsraîlê bi sedan Lubnanî kuştin

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nasiredîn piştî êrîşên Îsraîlê daxuyanî da û diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê de bi sedan kes li herêmên cuda yên Lubnanê hatine kuştin û birîndar bûne.

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam diyar kir kir ku Îsraîl hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo rawestandina şer paşguh dike û bang li welatên hevalbend kir ku bilez destwerdan bikin da ku êrişên li dijî Lubnanê rawestînin.

Girêdayî mijarê artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê wê û yê Hizbullahê ve êrişên herî mezin pêk anîne. Artêşê da zanîn ku wan li Beyrûtê, Bîqa û başûrê welat nêzî 100 navendên, cihên leşkerî û binesazî hedef girtine.

Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê rêkeftineke agirbestê ragihand, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku ev agirbest Lubnanê nagire nav xwe, ku ev yek rê li ber zêdebûna leşkerî ya berdewam li herêmê vedike.