Îsraîlê li Lubnanê 7 kesên din kuşt
Artêşa Îsraîlê di êrîşên li ser başûrê Lubnanê de 7 kesên din kuştin. Ji destpêka şerê Îsraîl Hamasê heta niha zêdeyî 72 hezar û 500 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek cih bombebaran kirin. Li gorî Wezareta Tendusitiyê ya Lubnanê, di encama êrîşan de 7 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn. Ji 24 kesên birîndar bûn 3 ji wan zarok in. Li gorî çavkaniyên çapemeniyê bajarokê Zewter a rojhilat, Yehmer El Şeqîf, Mîfdon û Dêr Siryan ji aliyê Îsraîl ve hatin bombebarankirin.
Bajarê El Xeyam hat bombebarankirin û teqîn li bajarokê El Teyîbê rû dan. Balafirên şer ê Îsraîlê nizim li ser herêmê digeriyan.
Di encama bombebaranê de xelk ji başûrê çemê El Lîtanî ber bi Seyda û Beyrût ve koçber bûn. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe yê X'ê weşandiye hişyarî da şêniyên gelek bajaran ku bajarokan vala bikin.
Zêdeyî 72 hezar kes hatin kuştin
Piştî şerê 7ê Cotmeha 2023yan ku Artêşa Îsraîlê li dijî Gazzeyê dest pê kir, di êrîşan de 72 hezar û 500 kes hatin kuştin. Piraniya kesên hatin kuştin sivîl in.
Piştî argirbestê 800 kes hatin kuştin
Piştî agirbesta ku di cotmeha 2025an di hat îlankirin kuştin didome. Ji agirbestê heta niha herî kêm 800 kes hatin kuştin.


