Japonyayê bi pîleya 7.4 hejiya
Li bakurê Japonyayê piştî erdheja bi 7.4 pileyî hişyariya tsunamiyê hat dayin. Hat ragihandin ku pêl dikare heta 3 metreyan rabe.

Li bakurê Japonyayê bi pîleya 7.4 erdhejeke giran rû da. Ajansa Meteopolojiyê ya Japonyayê ragihand ku piştî erdhejê alarma tsunamiyê hatiye dayin.
Erdhej bi dema herêmî saet di 16:53an de li Okyanûsa Pasîfîkê li peravên Iwateyê qewimî. Tokyo ku bi sedan kîlometreyî dûrî navenda erdhejê ye bi erdhejê hesiya û avahiyên bilind hejiyan.
Rayedaran gotin, pêlên tsunamiyê di demeke kurt de dibe ku bigihêje peravên bakur û pêl bi qasî 3 metreyî bilind bibe. Ajansa Metorolojiyê ya Japonyayê ji bo mirovên li herêmên peravê banga veguhestina bi lez kir.
Saziya weşanê ya neteweyî NHK bernameyên xwe sekinand û hişyariya lezgîn da.


