Ji bo kurdî şahî li dar xistin

Meclisa Ziman a Şaredariya Rezanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke hunerî li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli jî xwest meclis ji bo perwerdehiya kurdî komîsyona lêkolînê ava bike.

1 deqe xwendin
Ji bo kurdî şahî li dar xistin

Li Amedê bernameyên ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin. Meclisa Ziman a Şaredariya Rezanê ya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li baxçeyê avahiya xizmetê ya şaredariyê bernameyeke hunerî ya berfireh li dar xist. Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endamên meclîsê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Hevşaredar Sîraç Çelîk destnîşan kir ku zimanê dayikê rûmet û hebûna gel e û her xebata ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî tê kirin. 

Pîrozbahî bi nîşandana berhemên hunerî yên kursiyeran û pêşangeha wêneyan a zarokan berdewam kir. Di bernameyê de ciwanan bi xwendina helbestên, stranên koroyê û lîstikên gelêrî coşeke mezin dan nîşandan. Her wiha lîstika şanoyê ya ku hat pêşkêşkirin ji aliyê gel ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Beşa herî balkêş a pîrozbahiyê ew bû ku ciwanan bi kincên neteweyî pêşengên wêje û hunera Kurdî mîna Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Eyşe Şan û Sûsîka Sîmo li ser sehneyê zindî kirin. 

Malbatên ku bi şanazî li zarokên xwe temaşe kirin, bi tîlîlî û çepikan beşdarî pîrozbahiyê bûn û bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

DEM partiyê xwest ji bo kurdî komîsyon ava bibe

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli ji bo astengiyên pêşiya perwerdehiya fermî ya Kurdî bê lêkolînkirin pêşniyara lêkolînê pêşkeşî meclisê kir û xwest ku ji bo perwerdehiya Kurdî di bin banê meclisê de komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.