Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin
Rejîma Îranê cezaryê darvekirinê li jina Kurd Pexşan Ezîzî birîbû.

Rejîma Îranê cezaryê darvekirinê li jina Kurd Pexşan Ezîzî birîbû. Li dijî vê cezayê darvekirinê her ku diçe bertek û nerazîbûn zêde dibin û di heman demê de kampanyayê îmzeyan ên rakirina ceza jî hatibû destpêkirin. 5 Hezar 625 kesên ku ji hemû beşên civakê yên Rojhilatê Kurdistan û dervey welat pêk tên, bi daxuyaniyek hevpar daxwaza xerakirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ya di girtîgeha Evîn de ye, kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dikin ku metirsiya bicihanîna cezayê li ser heye. Em daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan jî dikin li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî tevlî kampanyê bibin û jiyana wê rizgar bikin.”
Kesên bixwazin tevlî kampanyê bibin dikarin bi rêya vê lînkê îmze bidin:
https://forms.gle/MNjfkTXkUukzsQFC6


