Sendîkaya Mamostayên Îranê: 7 hezar û 15 kes hatine kuştin
Sendîkaya Mamostayên Îranê bi daxuyaniyekê şîna giştî ji bo xwendekar û mamostayên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ragihand.

Encûmena Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê bi daxuyaniyek şîna giştî ji bo xwendekar û mamostayên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ragihand.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû mamosta û xwendekaran hatiye kirin ku sibê (Çarşemê) neçin dibistanan, tevlî merasîmên şîna xwendekar û mamostayên hatine kuştin bikin û sesaxiyê li malbatên wan bidin.
Di beşek din a daxuyaniyê de jî hatiye gotin: “Ger xwendekar li ser cadeyan ne bi selamet bin, ger dibistan li şuna cihê xwendinê bibin cihê binçavkirinan, bêdengiya me wê vê karesatê kûrtir bike. Parastina li dibistanan, parastine li siberojê. Mafê jiyanê di ser hertiştê din re ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji despêka xwepêşandana gelan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, 7 hezar û 15 kes hatine kuştin. 53 hezar û 552 kes hatine binçavkirin. Her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander jî birîndar bûne.


