Ji bo ziman li Amed û Êlihê çalakî

Ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Êlih û Amedê çalakî hatin lidarxistin.

1 deqe xwendin
Ji bo ziman li Amed û Êlihê çalakî

Saziyên ziman û rêxistinên civakî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Amed û Êlihê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 

Amed 

Li Amedê bi pêşengiya saziyên çand û ziman yên li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê gelek bernameyên têr û tijî tên lidarxistin. Yek jî ji van bernameyan jî konsera pirzimanî bû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û KASEDê bi boneya rojê eywana Çand Amedê bi tevlibûna sedan welatî konserek pirzimanî û xweş li dar xist.

Bi sedan welatî tev li şahiyê ango konserê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran eywan tije kirin û cih li eywanê nema.

Li vir axatin hatin kirin û piştî axaftinan dengbêj Sidîqê Farqinî û dengbêja ciwan Siyajîn Yaman derketin ser dikê û kilaman gotin.

Paşê koroya Konservatuara Aram Tîgran, KASED, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Koroya Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin derketin ser dikê û stranên bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî, bi zimanê Ermenkî û Suryankî strîn.

Koroyê bi srana “Zimanê Kurdî” ya Aram Tîgran gotin û bi stranan ji hev xweştir balê kişandin ser wate û girîngiya rojê. Koroyê gelek stranên pirzimanî strîn û koroyê dîsa bi strana “Zimanê Kurdî” konsera xwe qedand.

Êlih 

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Êlihê şano, rîtuellîstîk û jixweberî hatin lidarxistin. Rêveberên Baroya Êlihê, DEM Partî û DBPê yên Êlihê, ÎHD, OHD, Navenda Çandê ya Baharê, ARÎ-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, Egîtîm Sen û gelek sazî û dezgehên sivîl tev li pîrozbahiyê bûn. HKesên tev li bernameyê bûn, bi kêfxweşî bernameyên şano, rîtuellîstîk û jixweberî yên ku hatin lidarxistin pêşwazî kirin.

Dema ku şano dihat lîstin di wê navberê de zarokên ku li wir bûn di navbera wan û şanogeran de têkiliyên xweş hat kirin û bi wê têkiliyê zarok gelek şah bûn. Bi vê yekê re şanogeran hin zarok birin ser dikê û bi wan re lîstikan dilîstin.

Bermame bi çepikan bi dawî bû.