Ji doza HDKê 6 kesan beraet kir

Di danişîna doza HDKê de ji bo 6 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin biryara beraetê hate dayin.

1 deqe xwendin
Ji doza HDKê 6 kesan beraet kir

Danişîna biryarê ya rojnameger Ender Îmrek jî di nav de 6 kesên di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek kesan jî danişîn şopandin. 

Kesên tên darizandin û parêzerên wan gotin ku HDK ne rêxistineke derqanûnî ye, xebatên xwe didomînin û endamtiya HDKê jî divê di çarçoveya îdiaya “endamtiya rêxistinê” neyê nirxandin. 

Şandeya dadgehê biryar da ku îdiaya “endamtiya rêxistinê” ne îdiayeke “neguhêr e” û ji bo her 6 kesan jî biryara beraetê da.