Ji hevdîtinên taktîkî ber bi muzakereyan ve

Eger dewlet bi amadebûna rapora meclisê û derxistina qanûnên nû gavan neavêje, wê ne tenê pêvajoya aştiyê, bixwe jî di nav krîza kûr a Rojhilata Navîn de wenda bibe. Divê em bizanibin ku Aştî, ji her demê bêhtir nêzîk e, bi qasî wê jî wêrekiyeke siyasî û yasayî dixwaze.

1 deqe xwendin
Ji hevdîtinên taktîkî ber bi muzakereyan ve

Pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a Newroza 2013an dest pê kir, îro di xaleke wisa de ye ku êdî gotinên giştî têra meşandina wê nakin. Tevgera Azadiyê di qonaxa yekemîn de bi helwesteke stratejîk û bi berpirsiyariyeke mezin a li hemberî pêşeroja gelan, gavên pêwîst avêtin. Rawestandina şer û vekişandina hêzan, ne nîşaneya lawaziyê, lê nîşaneya îradeya çareseriya siyasî bû. Îro em di qonaxeke nû de ne; qonaxa ku êdî divê dewlet ji helwesta temaşevaniyê derkeve û bi gavên qanûnî û siyasî deriyê aştiyeke mayinde vebike.

Yek ji pirsên herî girîng ew e ku çima dewlet, tevî ku li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, navê van hevdîtinan nake muzakere. Dewlet li vir siyaseteke dualî dimeşîne. Ji aliyekî ve dixwaze bi van hevdîtinan pêvajoyê di bin kontrola xwe de bigire û rageşiya civakî kêm bike, lê ji aliyê din ve ji ber tirsên xwe yên dîrokî û statukoperest, naxwaze aliyê kurdî wekî muxatab, wekhev û siyasî qebûl bike. Navlêkirina muzakereyê tê wateya pejirandina îradeya siyasî ya gelê kurd û ev yek ji bo hişmendiya netewe-dewletê ya klasîk wekî xeteriyekê tê dîtin. Dewlet bi înkarkirina navê muzakereyê, di rastiyê de berpirsyariya xwe ya qanûnî û peymannameyî înkar dike. Heta ku hevdîtin nebin xwedî statuyeke yasayî, her tim di bin xetereya hilweşînê de ne û tenê wekî amûreke bazariyê ya desthilatdariya AKPê dimînin.

Nîqaşên li ser malê ango cihê nû yê li girava Îmraliyê yan jî başkirina şertên fîzîkî, mijarek e ku divê bi baldarî were analîzkirin. Di pêvajoyên berê de jî bi mezinakirina odeyan an jî guherînên biçûk hewil hat dayîn ku were gotin şert baş bûne. Lê belê, heta ku Rêber Abdullah Ocalan nikaribe bi azadî bi sazî û dezgehên xwe, bi raya giştî û bi gelê xwe re têkiliyê deyne, her guherînek tenê modernîzekirina sîstema tecrîdê ye. Navê rastî yê wî cihî ne mal e; heta ku statuyeke azad a xebatê neyê naskirin, ew der her wekî zindaneke taybet dimîne. Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe ya mîmarê aştiyê bi cih bîne, divê ne tenê çar dîwarên wî bên guhertin, lê divê derfetên wî yên ragihandin û xebata siyasî ya azad bên misogeririn.

Îro Rojhilata Navîn di nav şerekî dijwar ê parvekirinê de ye ku her diçe belav dibe. Di vê rewşa kaotîk de, hevdîtinên bi Rêber Abdulalh Ocalan re ne tenê meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye, meseleyeke herêmî ye jî. Projeya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar dike, li dijî şerên mezhebî û neteweperest ên ku herêmê wêran dikin, yekane rêya derketinê ye. Ev proje, li şûna dewletên netewe yên ku gelan bi hev didin qirkirin, jiyaneke hevbeş a li ser bingeha wekheviya çandî û baweriyan pêşniyar dike. Gelên herêmê ereb, fars, tirk, asûrî û ermen divê vê projeyê ne tenê wekî daxwazeke kurdan, lê wekî parastina xwe ya cewherî bibînin.

Di vê qonaxê de cudahiya herî mezin a navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewletê di niyeta stratejîk de ye. Tevgera Azadiyê aştiyê wekî çareseriyeke demokratîk û civakî dibîne û amade ye ku gavên pêwîst biavêje û diavêje. Lê dewlet û desthilata AKPê, heta niha pêvajoyê bêhtir wekî pêvajoyeke tasfiyekirinê an jî serkeftina bi rêya dîplomasiyê dibîne. Ji bo ku qonaxa duyemîn bi ser bikeve, divê dewlet dev ji polîtîkaya bazariya bi şertan berde û qebûl bike ku çareserî tenê bi rêya muzakereyên rasteqîn, bi qanûnîbûna pêvajoyê û bi naskirina îradeya azad a Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Eger dewlet bi amadebûna rapora meclisê û derxistina qanûnên nû gavan neavêje, wê ne tenê pêvajoya aştiyê, bixwe jî di nav krîza kûr a Rojhilata Navîn de wenda bibe. Divê em bizanibin ku Aştî, ji her demê bêhtir nêzîk e, bi qasî wê jî wêrekiyeke siyasî û yasayî dixwaze.

Di dawiya dawî de, çarenûsa vê pêvajoyê ne tenê di destê maseyên sar ên burokrasiyê de, di dilê civakê de jî veşartiye. Bendewariya herî mezin a civaka kurd û hêzên demokrasiyê ji Îmraliyê, derketina dengekî azad e ku bikaribe rê li ber şerê navxweyî û krîzên herêmî bigire. Civak, Rêber Abdullah Ocalan ne wekî girtiyekî, wekî îradeya çareseriyê dibîne. Lewma her gaveke ku li Îmraliyê tê avêtin çi başkirina şertên fîzîkî be, çi jî hevdîtinên heyetan bin, civak bi baldarî dişopîne û dipirse: "Gelo ev gava aştiyê ye, an hîleyeke nû ya demqezenckirinê ye?"

Li hemberî vê hêviya mezin a civakê, gumaneke kûr a li hemberî dewletê heye. Ev guman ne bêsedem e; dîroka komarê bi peymanên ku li ser maseyê hatine hiştin û bi pêvajoyên çareseriyê yên ku bi operasyonên leşkerî bi dawî bûne tije ye. Gumanên civakê herî zêde li ser vê xalê kom dibin: Dewlet ji aliyekî ve hevdîtinan dike, ji aliyê din ve tecrîdê didomîne, navê muzakereyê lê nake û bingeheke yasayî danayne. Ev helwesta "du-rû" baweriya civakê têk dibe û nîşan dide ku dewlet hîn di hişmendiya ewlekariyê de li ser mesleyê disekine. 

Ji bo ku qonaxa duyemîn bi ser bikeve, divê dewlet bizanibe ku êdî bi lîstikên peyvan û guherînên şiklî yên li Îmraliyê, civak nayê qanihkirin. Civak li benda statuyeke yasayî ya ji bo hevdîtinan û azadiya xebatê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan e. Heta ku ev guman bi gavên şênber neyên rakirin, her mala ango cihê nû yê li Îmraliyê wekî zindaneke nû û her hevdîtinek jî wekî taktîkeke polîtîk a AKPê wê were dîtin.

Di encamê de; mifteya aştiyê li Îmraliyê ye, lê destê ku wê mifteyê bizivirîne, wêrekiya dewletê ya ji bo rûbirûbûna bi heqîqetê û bersivdayîna daxwazên civakê ye. Ger dewlet vê carê jî li pey fêlbaziyê be, wê wendahî ne tenê ya pêvajoyê, ya paşeroja hevbeş a gelan be jî.