Têkoşîna Hawarê heta perwerdehiya bi kurdî berdewam e

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya  felat û xwwşiyê vedike. Yên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Haware me,  berî her tiştî dê heyîna zimanê me bide naskirin.

1 deqe xwendin
Têkoşîna Hawarê heta perwerdehiya bi kurdî berdewam e

 

94 sal beriya niha, di sala 1932yan de li  bajarê Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Ew kovara ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalbendên wî yên ku  dilê wan bi hezkirin û evîna zimanê kurdî lê dida ve dest bi weşanê kir, ji bo zimanê kurdî bû bingeh, ji bo gelê kurd bû hevî û ji bo zarokên kurd jî bû hêlîn û stargeha domandina hebûn û xwebûnê.

Ew cewhera kurdawar a Afrînerê Alfebeya Kurdî Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, piştî 74 salan di sala 2006an de ji aliyê zarok û neviyên wan ên xwedî hest û helwesta kurdewar ên ku li ser şopa wan meşiyan ve weke cejna zimanê kurdî hat îlankirin û ev 20 sal in li çar aliyê kurdistan û cîhanê ji aliyê gelê kurd ve bi kêfxweşî û coşeke mezin tê pîrozkirin. 

Ev bingeha ku bi tîpên alfabeya latînî hat danîn, di heman demê de ji bo gelê kurd bû bingeha rê û rêbaza rêziman û rastnivîsa zimanê kurdî, ku ji roja destpêka weşana Kovara Hawarê heta roja îro bi sedan weşanxaneyên kurdî vê alfabeya tîpên latînî esas digirin û bi hezaran pirtûkên perwerdehiye, çîrok, roman, kovar, rojname hatine çapkirin û weşandin, bi sedan platformên medya civakî ya dîjîtal bi vê alfabeyê weşanên xwe dikin û didomînin. 

Jixwe di rûpelên hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de bi awayekî pêşbîn hatibû dîtin ku dê ev kovar hebûna zimanê kurdî bide nasandin û bi  sernivîsa; 

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya  felat û xwwşiyê vedike. Yên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Haware me,  berî her tiştî dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre, ziman şertê heyînê, hebûnê yê yekemîn e" ew pêşbînî bi awayekî zelal tê dîtîn.

Niha li bakûr, başûr, rojhilat û rojava bi milyonan kes bi vê alfabeya ku Mîr Celatet Elî Bedirxan weke mîrateyeke zêrîn diyariyê zarok û neviyên xwe kiriye dixwînin, dinivîsin û perwerde dibin.

Peywir û berpirsiyariya Siyasetmedar, Parlementer, Şaredar û hilbijartiyên ku temsîla vîna gelê kurd dikin ew e ku, ji vê mîrateya zêrin sûd werbigirin, helwest û feraseta kurdewar a Mîr Celadet Elî Bedirxan û avakarên Kovara Hawarê ji xwe re bikin felsefaya jiyanê û bingeha xwedîbûna nirxên neteweyî.

Bi vê fêm û ferasetê, dê û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û bi zimanê dayîkê mezin bikin, siyasetmedar siyaseta xwe bi kurdî bikin, şaredar xebat û xizmeta xwe bi kurdî pêşkêşî gelê xwe bikin.

Divê neyê jibîrkirin ku zimanê kurdî mifteya azadiyê û nîşaneya statûya siyasî ya gelê kurd e.

Zimanê kurdî mîrateya dayîk û dapîr, bav û bapîrên me, û emanetê zarok û neviyên me ye. Peywir û berpirsiyariya me hemûyan ew e ku, heya zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û li hemû qadên jiyana civakî bibe zimanê fermî, em li kuçe û kolanê, sûk û bazarê, dadgeh û dibistanê, li hemû qadên jiyanê Bi Kurdî Biaxivin, Bi Kurdî Bixwînin, Bi Kurdî Binivîsin, Bi Kurdî Bifikirin, Bi Kurdî Bijîn û  vê mîrateya bingeha nirxên xwe yên neteweyî biparêzin bi pêş ve bibin, azad bikin û daxwaza gelê kurd  a ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêk bînîn û vî zimanî bikin zimanê perwerdehiyê û  diyariyê zarok û neviyan bikin.

 

Bi van hest û ramanan, "15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî", di serî de li dayîkên me yên ku remz û nîşaneya zimanê dayîkê ne, li hemû kesên xwedî hişyarî û hişmendiya çand, ziman û nasnameya neteweyî ne pîroz be.