Ji ‘hevkariya leşkerî’ derbasî qonaxa siyasî dibe
Têkiliyên Rojava û hêzên navneteweyî ji qonaxa hevkariya leşkerî ya demkî derbasî qonaxa naskirina siyasî dibe. Şandeya Rojava bi dîplomasiya xwe ya nû, pênaseya şervanên baş in li pey xwe hişt.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62yemîn ji bo Rêveberiya Xweser bû qada tescîlkirina hebûna wan a di qada navneteweyî de. Beşdariya şandeya Rojava ya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ahmed, wekî naskirineke defakto hat nirxandin. Ev guhertin nîşan dide ku hebûna kurdan û Rêveberiya Xweser êdî rastiyeke nayê înkarkirin e. Ev meşrûiyet, di heman demê de tê wateya têkçûna hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo marjînalîzekirina kurdan e.
Rojava êdî muxatabek siyasî ye
Şandeya kurd li Munîhê bi gelek dîplomat, wezîrên derve û nûnerên saziyên ewlehiyê yên Ewropî û Amerîkî re hevdîtinên girîng pêk anîn. Berê têkiliyên bi Rojava re bêtir li ser bingeha têkoşîna li dijî terorê bû, lê li Munîhê ev pozîsyon ber bi nasnameyeke siyasî ve guherî. Êdî kurd wekî aktorekî siyasî li ser maseyên cîhanê cihê xwe digirin.
Di kulîsên dîplomatîk de guhertineke berbiçav hebû, ajansên nûçeyan û analîstên ewlehiyê êdî Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed wekî nûnerên siyasî yên gelê kurd li Sûriyeyê pênase dikin. Rojava bi dîplomasiya xwe ya nû de, pênaseya “tenê şervanên baş in” li pey xwe hişt.
Li Washingtonê guhertin
Guhertineke din a krîtîk jî li Washingtonê rû dide. Kurdan bi mehan e destnîşan dikir ku hinek kesayetên nêzî rêveberiya Trump, wekî Tom Barrack, polîtîkayên Amerîkayê yên Sûriyeyê di berjewendiya Tirkiyeyê de manîpule dikin. Bangkirina Barrack ji aliyê Kongreyê ve û lêpirsîna li ser têkiliyên wî, nîşaneya guhertina polîtîkayên Amerîkayê ye. Kongre êdî daxwaz dike ku her pêngava têkildarî Sûriyeyê bi şefafî were şopandin. Ev yek nîşan dide ku mekanîzmaya biryardayînê ya Amerîkayê, êdî bi guman nêzî hewldanên Barrack dibe yên ku dixwest kurdan wekî amûrekê nîşan bide. Ev helwesta Kongreya Emerîkayê, destê dîplomasiya kurd li Washingtonê xurtir dike û bandora Enqereyê lawaz dike.
Qonaxa tescîlkirina statûye
Hemû geşedanên ji Munîhê heta Washingtonê û Kobanê nîşan didin ku statuya Rojava ji qonaxa nîqaşê derketiye û ketiye qonaxa tescîlkirinê. Wekî ku çavdêrên siyasî jî dibêjin, Enqere di fêmkirina vê guhertinê de dereng maye û êdî nikare bi rêbazên leşkerî pêşiya vê meşrûiyeta navneteweyî bigire. Hewldanên ji bo îzolekirin û marjînalîzekirina Rêveberiya Xweser bi temamî têk çûne.


