Ji Kawa heta Newroza Yekîtiya Demokratîk
Tê gotin ku, beriya zayînê di salên 600î de, li welatê kurdan mirovekî pir zordar û zilimkar hebûye. Navê wî Dehaq bûye. Wî welatê kurdan wêran kiriye, li gund û bajaran mirov nehiştine. Zindanên wî her tim bi girtiyan dagirtî bûne û celadên wî ji birîna serê mirovan newestiyane.

Gelên Rojhilata Navîn wateyên cuda li Newrozê bar dikin. Di hin çandan de destpêka biharê, li gorî hin gelan nûbûna xwezayê û li gorî hinan jî, weke roja evîn û hezkirinê tê pîrozkirin.
Gelê kurd jî, wateyên cejna neteweyî û roja vejîn, serhildan û berxwedanê li Newrozê bar dike. Carcaran di nav gelê kurd de jî gelek guhertoyên serpêhatiya Newrozê tên vegotin. Lê ya herî zêde ji aliyê civakê ve tê zanîn, serhildan û lehengiya Kawayê Hesinkar a li hemberî Dehaqê zilimkar e. Ev destana lehengiyê di nav gelê kurd de wiha tê vegotin;
Tê gotin ku, beriya zayînê di salên 600î de, li welatê kurdan mirovekî pir zordar û zilimkar hebûye. Navê wî Dehaq bûye. Wî welatê kurdan wêran kiriye, li gund û bajaran mirov nehiştine. Zindanên wî her tim bi girtiyan dagirtî bûne û celadên wî ji birîna serê mirovan newestiyane.
Dehaq bi hespê xwe yê rewan û biesil serbilind bû. Ti kesî di ser xwe re û jixwe mezintir nedidît. Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû.
Wî dixwest hemû deveran dagir û talan bike. Şevekê Dehaq xewneke xirab dît. Nîvê şevê bi êşeke dijwar şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên xwe kir û ji wan re got: "Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min, zû ji min re dermanekî peyda bikin an na ez ê serê we hemûyan jêkim."
Hekîm û bijîşkên qesrê li laşê Dehaq nihêrîn, çavên wan bi du birînan ketin ku wekî marên devqelişî li ser milên Dehaq bûn. Tev bi hev re li hemberî wan birînan matmayî bûn. Ji ber ku heta wê rojê kul û birîneke bi wî rengî nedîtibûn û êşeke bi wî rengî nebihîstibûn.
Lê Dehaq ji ber êşa laşê xwe bi ser wan de dikir qêrîn û digot: “Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî ji min re peyda bikin! Ez peritîm, ez şewitîm! Hûn bijîşk û hekîmên herî baş û zana ne. Ma hûn derman peyda nekin wê kî bike?”
Hekîmekî ji wan got: "Min heta niha birîneke wiha nedîtiye û ne jî bihîstiye. Lewma diyar e ku mêjiyê teze yê ciwanan dikare bibe dermanê van birînan." Ev gotina hekîm, ji Deheq re bû hincet ku mêjiyê zarokan û xortên nûhatî bike melhem û bide ser birînên xwe.
Dehaq ferman da ku her roj mêjiyê du ciwanan bînin û bikin melhema ser birînên wî. Bi vî awayî rojê bi mêjiyê du xortên nûhatî kulên ser milên Deheq dihatin dermankirin. Lê gelek kesan ji bo ku zarokên xwe rizgar bikin, dişandin çiya. Her ku diçû çiya bi mirovên ji ber zilma Dehaq dest bi têkoşînê dikirin tije dibû.
Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Demeke dirêj derbas bû, lê birînên ser milên Dehaq bi hev ve nekeliyan, her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Deheq dibariya. Tirs ketibû dilê hemû dê û bavan. Ji tirsa ku wê dor bê zarokên wan jî, xew nediket çavên wan. Ti hêza ku pêşî li vê zilm û zordariya Dehaq bigirta tunebû.
Kawa kurdekî hesinkar bû, zarokên wî jî, ji birînên ser milên Deheq re bibûn qurban. Kawa ji ber fikara qurbankirina zarokê xwe yê dawî heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re zilma Dehaq vegot, plana xwe ya kuştina Dehaq ji wan re aşkere kir.
Hemûyan fikir û planên Kawa maqûl dîtin û li benda wî man. Kawa gotibû dema ku ez Dehaq bikujim, ez ê derkevim ser banê qesra wî û agir pêxim. Dema we agir dît, bizanibin ku min Dehaq kuştiye.
Kawa ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi awayekî veşarî li wan belav kirin. Gava leşkerên Dehaq hatin ku kurê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji wan re got: “Hûn biçin. Ez ê bi destê xwe kurê xwe bînim". Gava leşkeran ev xeber gihand Dehaq, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî man li rêya Kawa.
Kawa çakûçê xwe girt destê xwe, bi destê lawê xwe girt û berê xwe da qesra Dehaq. Gava gihîşt ber deriyê qesrê, leşkeran derî vekir. Kawa rasterast berê xwe da cihê ku Dehaq lê rûniştî bû.
Gava ku Dehaq Kawa dît, ji Kawa re got: “Tu qehremanekî bêhempa yî, tu nîşana fedakariyê yî.” Kawa piştî gotinên Dehaq bêhtir nêzî wî bû. Bi çengê kurê xwe girt û li ber lingên Deheq dirêj kir, çakûçê xwe bilind kir, lê li şûna ku li serê kurê xwe bixe, bi hemû hêza xwe li serê Dehaq xist.
Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî dema ku dîtin Kawa Deheq kuşt, kêfa wan hat û yên mayî jî teslîm bûn. Kawa bi destê kurê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gur li wir vêxist.
Gava gelê li çiyê agirê azadiyê dît, fêm kir ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehaq hatiye kuştin û dawiya zilm û zordariyê hatiye.
Wan jî li ser çiyê agirê azadiyê pêxist. Belê wê êvarê ne tenê li çiyayan, li her aliyê welêt agir hat pêxistin, gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welat jiyaneke nû û azad dest pê kir. Roja din gel bi girseyî xemla xwe girêda û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiya, kêf û şahî li dar xist.
Ew roj, roja 21ê adarê bû. Ji wê rojê heta vê demê, 2 hezar 638 sal in, roja 21ê adarê weke NEWROZ, ango cejna yekîtî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.
Gelê kurd, dê bi ruhê cejna neteweyî, bi coş û kêfxweşiya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” û bi dirûşma; "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bi milyonan biherike qadên azadiyê, bi hest, helwest û hişmendiya neteweyî Newroza 2026an pîroz bike.


