Jin berxwedanê dihonin
Aktivîsta TJAyê Ayşegul Ayaz li ser deklerasyona 8ê Adarê, xebatên atoleyan û mitîngên 8ê Adarê û ji bo tevlîbûna jinan wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin, werin em bi ronahiya Jineolojiyê, felsefeya hevjiyana azad, wek jinên azad tev li atoleyeyan û mitîngên 8ê Adarê bibin. Bi hemû reng, deng, ol-bawerî û neteweyên cuda ve werin qadan û em bi hev re bi berxwedanê azad bibin û civaka demokratîk bihonin.”

Dîroka berxwedana jinan a 8ê Adarê cara yekemîn di 1875an de li New Yorkê dest pê dike. Di 8ê Adara 1857an de, li New Yorkê 40 hezar karkerên ku li kargeheke tekstîlê dixebitin ji bo daxwaza kêmkirina 16 demjimêran û ji bo mafê xwe yên zêdekirina mûçeyan dest bi grevê dikin. Ev grev jî ji aliyê jinan ve tê birêxistinkirin û ev grev di cîhanê de wek çalakiya herî mezin a jinan hatiye pênasekirin. Piştî têkoşînek dirêj, tê payîn ku bi piştgiriya xwediyên tekstîlê, bi hezaran karker di hundirê kargehê de asê mane û bi awayekî şewat derketiye û di encama şewatê de 129 karker jiyana xwe ji dest didin.
Clara Zetkin ji bo mafên jinan biparêze di Konferansa Jinên Sosyalîst a Enternasyonala Duyemîn de ku di 1910an de li Kopenhagenê pêk hatiye, li ser têkoşîna mafên kedê yên jinan axaftinê dike û pêşniyar dike ku ew roj wek roja jinên kedkar a cîhanê were diyar kirin. Ew pêşniyara we di konferansê de dibe biryar. Ji wê rojê heta niha her sal ev roj bi dirûşmên curbicur û çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî dê îsal bi dirûşma ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin’ 8ê Adarê pêşwazî dike.
Em der barê naveroka xalên deklerasyona 8ê Adarê ya ku Tevgera Jinên Azad (TJAyê di 17ê sibata 2026an de li Amedê dayî, li ser plansaziyên wan ên 8ê Adarê bi aktivîsta TJAyê Ayşegul Ayaz re axivîn.
Hûn wek TJAyê 8ê Adara 2026an bi kîjan dirûşmê pêşwazî bikin?
Em wek TJAyê 8ê Adara 2026an bi şîara ‘Em bi berxwedanê azad bibin, civaka demokratîk dihonin’ pêşwazî bikin.
Em çima şîarên 8ê Adarê diyar dikin, ji bo me tên çi wateyê û çi îfade dikin? Em dikarin hinekî li ser vê rawestin. Şîarên ku em her sal di 8ê Adarê de diyar bikin, di rastiya xwe de xeta me ya hemû çalakiyên wê salê temsîl dike. Xebat, çalakî û mitîngên me yên sala 2026an jî dê bi şîara ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin’ were meşandin. Îsal jî me bi taybetî xwest têgiha berxwedanê derxînin pêş. Jixwe em wek jinên kurd û gelê kurd jî bi berxwedana xwe tên nasîn û di encama berxwedanê de jî em bûne xwedî destkeftinên mezin. Di destpêka 2026an de êrişên çeteyan ên giran li ser şoreşa jinên kurd û deskeftinên kurdan hat kirin. Me careke din dît ku bi pêşxistina xeta berxwedanê em dikarin xwe biparêzin, ruhê yekîtî û ruhê gerdûna jinan û ya gelan derxînin holê. ji ber vê sedemê, me xwest bi şîara îsal a 8ê Adarê, watedayîna berxwedanê xurttir bikin û girîngiya avakirina civaka demokratîk derxînin pêş.
Wek TJA we di 17ê sibatê de deklerasyona 8ê Adarê da û we di deklerasyonê de bal kişandibû ser gelek xalên girîng. Hûn dikarin hinekî behsa naveroka deklerasyonê bikin?
Em bêguman nikarin bi deklerasyonekê hemû pirsgirêk û çareseriyên xwe bi awayekî berfireh bînin ziman. Lê dîsa jî çend xalên bingehîn hene me xwest em bal bikişînin ser van xalan.
*Xala yekemîn, her ku tê zanîn li cîhanê pergala modernîteya kapîtalîst êrişeke kûr li ser nasnameya jinan dike, hebûna jinan bêwate dike û li ser bedena jinan polîtîkayekê dimeşîne. Van demên dawî, wek dosyayên Epsteîn ku li ser rojeva cîhanê jî gelekî bandor kir. Ne ku li her welatekî jin cuda cuda rastî qikirina zayendî tên, ev polîtîkayeke gerdûnî û cîhanî ye. Em bi êrişeke pergalî re rûbirû ne. Me di deklerasyona xwe de xwest bal bikişînin ser qirkirina jinan û teşhîrkirina polîtîkayên qirkirina li ser jinan.
*Xala duyemîn, yek jî xalên herî esasî ku di deklerasyonê de me destnîşan kiriye, êrişên li ser Rojava û şoreşa jinan û civaka demokratîk in. Di vê meha borî de li ser axa Rojava gelek êrişên cidî hatin kirin. Ev êriş yekser li dijî şoreşa jinan û li dijî pergala demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê êrişên çeteyan bi ser neketin û li dijî êrişên çeteyan, berxwedana rûmetê ya dîrokî, ked û xwîna jinên kurd, gel û hemû hêzên demokratîk bi pêş ket. Em dikarin bibêjin ku bi berxwedana rûmetê ya dîrokî, ruhekî neteweyî û gerdûnî derket holê. Em jî wek jinên bakurê Kurdistanê û jinên li Tirkiyeyê, dikarin ji bo avakirina yekîtiya kurdan çi bikin, ji bo yekîtiyê rolek çawa bilîzîn? Ev ruh û îradeya ku derketiye holê, em dikarin vî ruhî çawa di hemû xebatên xwe de hîn kûrtir bikin, me di deklerasyona xwe da xal bi xal da xuyakirin.
*Xala sêyemîn, hûn jî dizanin di van demên dawî de li ser medyaya civakî êrişeke derexlaqî li ser paradîgmaya neteweya demokratîk tê kirin. Em hemû dizanin ev êriş bi awayekî zanebûn û bi destê navendekê tên birêvebirin. Me di deklerasyonê de xwest ku em bal bikişînin ser xetereyên ku li ser paradîgmaya neteweya demoratîk a Rêber Abdullah Ocalan bi peş xistiye. Îro ji bo me ya herî zêde girîng û jêveneger xwedîderketina li paradîgmaya neteweya demokratîk a xwişk û biratiya gelan e. Paradîgmaya azadiya jinan û ya hevjiyana azad e. Lewma me di deklerasyona xwe de berxwedan û têkoşîna azadiya jinan, zanista jinan jineolojî, felsefeya hevjiyana azad, guhertin û veguhertina zilam, bi zilamê serdest re têkoşînkirin û avakirina jiyaneke azad da xuyakirin. Ev ji bo me xalên esasî û girîng bûn. Me di vê çarçoveyê de hemû xebatên xwe, atolye, çalakî û mitîngên xwe yên 8ê Adarê bidin meşandin.
We di axaftina xwe de behsa atoleyeyan kir. Hûn ê atolyeyan li ser kîjan pêdiviyan li dar bixin û di van atolyeyan de kîjan mijaran nîqaş bikin?
Em ê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyan li dar bixin. Em ê di serî de li ser naskirina nasnameya jinê, xeta rizgariya azadiya jinan nîqaş bikin. Em bi awayekî cidî li ser êrişên çeteyan rawestin û em ê bikaribin êrişkeran çawa teşhîr bikin nîqaşên berfiher bidin meşandin. Herwiha li dijî van êrişan em dikarin xeta têkoşîna azadiya jinan çawa bilind bikin, wek jinên ku ruhê yekîtiyê xurttir kirin, di yekîtiya neteweyî ya kurdan de dikarin roleke çawa bilîzin ku encam bibe û kongereya neteweyî pêk were, di atolyeyan de bigirin dest û nîqaşên berfireh bikin. Dîsa ji bo me mijara herî sereke û jêveneger yek jî xwedîderketina li paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan e. Em ê di atolyeyan de li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş bikin. Ev salek e li Tirkiyeyê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Ev jî ji bo xebatên me bingeheke pir xurt e. Divê her xebatên me ji bo serkeftina pêvajoyê bibe wesîle û pêvajoyê bigihîjîne armanca xwe. Ev jî encax bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan dibe.
Hem di deklerasyona TJAyê de hem jî di axaftina we de azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek xaleke sereke diyar kiriye. Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan tê çi wateyê?
Eger ku em jin îro dikarin behsa azadiyê bikin, eger ku îro saziyên me hene, di xebatên înşaya civakî de gavên girîng avêtine, Şoreşa Rojava, şoreşa jinan pêk hatiye, jin dikarin der barê jiyana xwe de, der barê civakê de dikarin bibin xwedî biryar û îro jiyaneke azad û demokratîk bi destê jinan tê avakirin, ev hemû bi saya Rêber Abdullah Ocalan in. Em hem wek jin jî hem wek civak jî denydarê wî ne. Hem ji bo azadiya jinan, hem ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şert e. Me berê jî gotibû, em wek jin azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Em ê di vê pêvajoyê de jî di hemû xebat û çalakiyên xwe de bangawaziya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.
Plasaziya we ya 8ê Adarê çi ye? Hûn ê li kîjan bajaran çi xebatan bikin? Hûn ê li kîjan bajaran mitîngên 8ê Adarê li dar bixin?
Em 8ê Adara îsal wek xeta çalakiyên pîrozbahiyê nabînin. Lewra xetereyên li ser Rojava û êrişên li ser jinên kurd hê jî ji holê ranebûne. Ji ber vê me çalakiyên xwe li ser du esasan plan kir. Yek di aliyê zanebûn, xwenasîn û ronakbîriya jinan de em ê xebatên xwe bikin. Em ê li her gund, tax û bajaran atolyeyan li dar bixin û di van atolyeyan de jî, jin dê bikaribin çawa xwe nas bike û pergala xwe ava bikin nîqaş bikin. Dîsa li hemû bajar û navçeyan meşan li dar bixin û wek navendî jî em ê li 6 bajaran mitîngên 8ê Adarê li dar bixin.
Em ê stara xwe ya navendî di 22yê sibatê de li Qoserê bidin. Di 1ê adarê de li Nisêbînê starta mitîngên xwe yên 8ê Adarê bidin. Di 2yê adarê de mitînga 8ê Adarê li Bazîdê tê li dar xistin. Di 7ê adarê de li Êlihê tê li dar xistin. Di 8ê Adarê de jî mitîngên fînalê dê li Pirsûsa Rihayê, Wan û Amedê werin lidarxistin.
Herî dawî ji bo tevlîbûna xebat û mitîngên 8ê Adarê banga we ya ji bo jinan çi ye?
Ev pêvajo ne tenê pêvajoya çalakiyan e, ev pêvajoya avakirina civaka demokratîk û neteweya demokratîk e. Ji bo geşkirina berxwedana rûmetê, ji bo xwerêxistinkirin û xweparastinê, em bi ronahiya jineolojiyê, felsefeya hevjiyana azad û wek jinên azad werin tev li atoleyeyan û mitîngên 8ê Adarê bibin. Bi hemû reng, deng, ol-bawerî û neteweyên cuda ve werin qadên 8ê Adarê û em bi hev re, ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk bihonin’.


