Jin bi Jin Jiyan Azadî jiyanê ji nû ve dihonin
Jin hêza herî mezin a guhertin û vegera li jiyana azad in. Jixwe bi sekna xwe ya di şoreşa Jin Jiyan Azadî û heta serhildana mezin a gelan ku bi dehhezaran şehîd li pey xwe hiştin, bû hêza pêşeng û têkoşînek mezin a serdemê. Ew her di salên dawî de bêrawestan di nav guherîn û veguherînê de bûn. Wan şoreşa xwe ya mezin bi guhertinên çandî, guhertina zihniyeta mêran a her roj civakê dadiqûrtîne, pêk anî.

Di van çend salên dawî de li Îran û rojhilatê Kurdistanê jin 8ê Adareke din di bin hewayek giran a şer û tundiya li dijî jinan pêşwazî dikin. Îsal jî jin ew ê 8ê Adarê bi berxwedaneke giştî ya civakî, xwedîderketina li sedan şehîdên jin ên serhildana mezin a gelan pêşwazî bikin. 8ê Adara îsal ji her demê zêdetir bi çandeke berxwedanê ku ev zêdeyî mehekê ye li tevahiya Îranê belav bûye, xwepêşandanên xwendekaran, pêşengtiya jinan a li zanîngehan wê bê pêşwazîkirin.
Ji ber ku jin ew ê jiyan, têkoşîn û berxwedanê di nav hev de bihonin. Bi keziyên xwe ku wek rehên daran xwe berdane nav ax û çanda Zagrosan, berxwedana bi berdêlên giran, bi sedan bedenên ciwan ên ketine ser axa sar dihone. Wê jiyan û berxwedan di nav hev de û li dijî desthilatdariya mêr-dewletê bê honandin.
Belê li tevahiya dîroka Komara Îranê ya Îslamî, tirsa ji hebûna jinan her tim yek ji mijarên sereke yên rejîma desthilatdar bû. Ji ber ku rejîm jî baş di ferqê de bû ku jin hêza herî xurt a guherîn û veguherîna li Îranê ye; ku me di serhildanên herî dawî de, nexasim jî li xwepêşandanên li zanîngehan jî dît ku jin hêza herî diyarker û biryarder e. Tevî atmosfera tirs û xofê ku li welat hatiye avakirin, kuştina zêdeyî 20 hezar kesan û bi hezaran girtiyan, metirsiya darvekirina bi sedan kesan, îro jin pêşengtiya serhildanan dikin û çi li zanîngehan, çi jî li kolanan daxwazên xwe bi dengê bilind tînin ziman û dibêjin ew ê ti caran gav bi paş de neavêjin. Ew ê hesabê jin û ciwanên ku tenê ji ber daxwaza azadiyê hatin kuştin nedin jibîrkirin. Jin pêşengtiyê li şoreşa mezin a gelan a li Îranê dikin. Ev jî hêza pêşeng, birêxistinkirî û çalak a jinan nîşan dide. Jin li Îranê ji bo her keziyeke ku tê veşartin her keziyekê, keziyan dihonin û bi her keziyekê jiyanekê didin destpêkirin.
Jin hêza herî mezin a guhertin û vegera li jiyana azad in. Jixwe bi sekna xwe ya di şoreşa Jin Jiyan Azadî û heta serhildana mezin a gelan ku bi dehhezaran şehîd li pey xwe hiştin, bû hêza pêşeng û têkoşînek mezin a serdemê. Ew her di salên dawî de bêrawestan di nav guherîn û veguherînê de bûn. Wan şoreşa xwe ya mezin bi guhertinên çandî, guhertina zihniyeta mêran a her roj civakê dadiqûrtîne, pêk anî.
Gava destpêkê dan avêtin û îro bi daxwaza guhertina mezin a pergalê li qadan in. Ev jî bi qasî daxwazek radîkal, ew çend jî biryarek di çarçoveya nêrîna jinan a ji jiyanê ye. Civak jî êdî bi çavên jinan li pirsgirêkên welat dinihêre, qadê û pêşengtiyê ji jinan re dihêle; ji ber ku êdî tevahiya civaka Îranê dizane ku guhertin encax bi nasîna vîna jinan, hebûn û honandina jiyana rast a bi jinan re pêkan e. Civak êdî dizane tenê bi guhertina pergalê re azadî ne pêkan e, ango tenê bi destguhertina pergalê… Ji ber ku ya li vir hatiye înkarkirin, tunehesibandin, di şexsê jinan de jiyan bixwe ye. Wê demê divê bi honandina jiyanê re, li pirsgirêka jinan rast bê nihêrtin.
Rast e ku jin bi salan in di nav pergala heyî de tên tunehesibandin, ji gelek qadan hatine derkirin. Lê jin tevî van tunehesibandin û înkaran jî karibûne bi xwe re welat jî birêxistin bikin. Jinên îranî, ji neteweyên cihê karîn xwe di her şert û mercî de ava bikin; berovajî îdiayên pergalê ku dixwestin bi siyek reş bi ser hebûna wê de bipêçin. Ger îro rejîma li dijî jinan, ji keziyên wê, çend tayên porê wê ditirse û heta cenazeyên gelek jinên ciwan ku di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, nade malbatên wan, ew ji tirsa berxwedaniya jinan e. Ji ber ku dizanin heta bedena wê ya mirî jî ji bo jinan, civakê sedema bingehîn a serîrakirinê ye. Wehşeta rejîmê ya li dijî jinên serhildêr ew qas kûr e ku ji destpêka Komara Îranê ya Îslamî heta roja îro dijminahiya herî mezin bi jinan re dike.
Îro em dibînin ku jin ne tenê pêşengiya serhildanan dikin, di çend salên dawî de jinan zindan veguherandin qadên têkoşîn û berxwedana jinan. Jinên kurd û îranî îro bi têkoşîna xwe ya li hemû qadan meşrûiyeta rejîmê xistiye bin pirsê û di şîarên jin û ciwananên li xwepêşandanên zanîngehan jî em dibînin; ‘Ne Şah, ne jî pergala Meleyan, Jin, Jiyan, Azadî’. Ew êdî dixwazin ji bo pêşeroja xwe, ew bixwe biryaran bidin. Ew dixwazin jiyana xwe bixwe û bi rengê têkoşîna xwe bihonin; bêyî ku ev xebat û têkoşîna wan ji aliyê hêzek an jî derdorek din bê desteserkirin.

Bêguman jinên îranî xwedî ezmûnek demdirêj a têkoşînê ne, bi taybetî jî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku li rojhelatê Kurdistan dest pê kir, tevahiya Îranê belav bû, karî bibe ezmûnek baş a têkoşînê ji bo jinan. Ji ber ku di vê şoreşê de jinan karîbû ruh û zihniyeta şoreşa jinan ava bikin; guhertina zihniyetî bidin avakirin ku îro jî ev bingeh şoreşa jinan ber bi qonaxa mezin a guhertina pergalî ve dibe. Guhertinek ku encax bi hêza çalak a jin û ciwanan dikare pêk bê. Helbet ezmûna jinan a beriya komarê jî heye, ji ber wê naxwazin vê carê dîsa dîrokê bidin dubarekirin. Ew hişyartir tevdigerin û ala têkoşîna li qadê dixwazin di dest xwe de bigirin. Naxwazin dîsa encama têkoşîna ku bi keda gelan û raperîna civakî hatibû destpêkirin û ji aliyê komara îslamî ya li dijî jinan hat desteserkirin, dubare bibe . Ji bo wê jî, şîara serhildanên dawî ya jin, ciwan û gelemperiya civakê “Ne Şah, Ne jî Mele, tenê Jin Jiyan Azadî” ye. Nabe mirov hema vê wek şîarek bibîne û derbas bike. Li vir behsa jinûveavakirina jiyanê, nasîna hebûn û vîna jinan, honandina heqîqeta li ser bingeha rastiya jinan tê kirin. Ev jî xwedî wateyek felsefîk e.
Ger di vê çarçoveyê de bi rê ve biçe ew ê serhildana gelan bikaribe ruh û vîna şoreşê di tevahiya hêzên ku li ser bingeha guhertina civakî ketine rê, bide ber xwe û teqîna mezin a şoreşa zihnî ber bi guhertinên bingehîn ve bibe.
Di çalakiyên par ên 8ê Adarê de jinan şîara “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” qîriya. Îsal jî jin bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadiyê keziyên şoreşê dihonin” dixwazin asta berxwedan û têkoşîna xwe ya dijî rejîmê bigihînin asta herî berz. Ew êdî ji kesekî azadiyê naxwazin, ew dibêjin ku ew ê xwe û civaka xwe azad bikin. Ev jî asta hizrî ya birêxistinkirî ya jinan dide nîşandan ku xwedî hêza herî mezin a guhertina civakî ye.
Par têkoşîna jinan a bi şîara “Jin Jiyan Azadî” ber bi şoreşê ve mohra xwe li têkoşîna salê da û hişt ku pêvajoya şoreşa jinan, heta roja îro jin, ciwan, kal û pîr, bi çalakî û rengên cuda li qadan bin û têkoşîna xwe bidomîn. Piştî pêvajoya şoreşa jinan; ku me di serhildanên dawî de jî dît ka rejîm çendîn ji hêza jinan ditirse, êrişên li dijî jinan û gelan zêdetir kir; hewl hat dayîn ku bi guherînên qanûnî û çavtirsandinê careke din jinan hebsê malê bikin, lê ew ketibûn qonaxeke wisa ku vegera jê ne pêkan bû. Bi taybetî jî, bi şoreşa jinan re ew zihniyeta ku li ser jinan dihat ferzkirin êdî wateya xwe wenda kiribû. Hemû ew hişmendî û feraseta pergala mêr-dewletê ku li ser înkara hebûn û vîna jinan hatibû avakirin, ketibû bin pirsê; ferzkirinên zayendperest ên li dijî jinan ku di şexsê jinan de li ser tevahiya civakê dihat ferzkirin, bi têkoşîna jinan ji holê dihat rakirin
Helbet dijminahiya rejîma Îranê ya bi jinan re kûr e. Ew yek ji wan dewletan e ku li hemberî jin û şoreşa jinê ne; bi taybetî jî piştî şoreşa jinan ji bo ku destkeftiyên şoreşê desteser bike, ji her demê zêdetir berê êrişên xwe da jinan. Di serî de li zindanan jinên pêşeng ên wek Zeyneb, Werîşe, Pexşan, Gulrox, Nergês û bi dehan jinên din ku îro li zindanan li ber xwe didin, hedefa hêzên rejîmê bûn. Rast e ku komara Îranê jixwe li ser înkara jinan hatibû avakirin û ji destpêkê de wiha bû, lê roj bi roj ev înkar veguherî kuştina jinan a siyasî, vederkirina wê ji her qadeke jiyanê. Roj bi roj asta girtin, îşkence û îdamkirinê zêdetir bû. Bi şoreşa jinan û serhildanên dawî re ev giha asta xwe ya herî metirsîdar.
Lê belê li rexmê wê jî jinan di her fersendê de peyama xwe da ku e wê li ber xwe bidin, têbikoşin û rê nedin û nehêlin wan û jiyana wan bikujin. Ev jî qonaxeke nû ya têkoşînê bû ku bi pêşengtiya jinan li rojhilatê Kurdistan û Îranê dihat destpêkirin. Jixwe ev asta têkoşînê jî piştî şoreşa jinan, nexasim 8ê Adar û Newroza sala par û dûvre serhildanên dawî giha asteke têkoşîna dîrokî ya jêveneger.
Hem li serhildanên Îranê, hem jî li çalakiyên jin û ciwanan ên li zanîngehan me dît ka jin çawa bi gotina “Berxwedan Jiyan e”, “Em ê jin û ciwanên hatine kuştin ji bîr nekin, nedin jirbîrkirin”, banga bilindkirina asta têkoşînê dikir. Ji ber ku ya di demên dawî de li Îranê hat jiyîn tunekirina nifşek nû bû, nifşek ku pêşengê civak û pêşerojê bû. Li vir em behsa kuştina zêdeyî 500 zarokên di navbera 8 û 16 salî de dikin, kuştina zêdeyî 10 hezar ciwanên vî welatî dikin. Rejîma kujer ji bo desthilatdariya xwe dest bi qirkirinê kir; li nav civakê birînên kûr, trawmatîk vebûn. Ji ber ku tişta li Rojhilat û Îranê hat kirin qirkirin bû; di dîroka Îranê de qirkirinek wiha nehatiye dîtin… Ji ber wê, li rexmê van hemû tiştan ger hîn jin li qadan in, van şîaran diqîrin ev asta birêxistinkirî û berxwedêr a jinan û civakê nîşan dide.
Jinên îranî êdî bi ti awayî ji pergala heyî bawer nakin, natirsin û ji bo guhertinên bingehîn bi israr in, ji bo wê jî bê tirs banga têkoşînê dikin. Ew êdî bi ti awayî bi sîstema heyî ku rê li qirkina bi hezaran zarok û ciwanên wî, pêşeroja wî vekiriye, bawer nakin û dixwazin alternatîfa xwe bi xwe biafirînin. Ji bo wê, ji destpêka serhildanan heta îro banga wan ev bû, “Em ê şoreşa jinan nedin jibîrkirin, em ê bidin jiyîn.” Ev ruh jî ruhê Jin Jiyan Azadî ye. Ji bo mayindekirin û biencamkirina vê rastiyê jî ji her demê zêdetir pêdiviya jin û civakê bi birêxistinbûyînê heye. Valahiştin, bêrêxistinhiştina tenê yek qadê jî ew ê bê wateya jidestdayînê. Ji bo vê, tenê yek qad jî nabe bêrêxistin bê hiştin, jin divê tevahiya civakê li dora xebata xwe, rêxistinbûna xwe kom bike û ji bo gihîştina armanca xwe têkoşîna xwe ya hevbeş a li dijî pergala mêr-dewletê mezin bike. Jinên îranî bi qasî ku dikaribin xwe û civaka xwe birêxistin bikin, wê têkoşîn û destkeftiyên xwe jî mayinde bikin.

