Jin li Amedê amadekariyên meşê dikin
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li taxa Dabanoglu ya Sûrê bi hevkariya Şaredariya Sûrê ji bo meşa 25ê Mijdarê belavok belav kirin. Jinan li erbeneyan da û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li taxa Dabanoglu ya Sûrê bi hevkariya Şaredariya Sûrê ji bo meşa 25ê Mijdarê belavok belav kirin. Jinan li erbeneyan da û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Aktîvîstên TJAyê belavokan li jinan belav kirin û wan vexwendin meşa 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî. Meşa bi navê “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve” roja 25ê Mijdarê ji ber Zindana Amedê ya kevn dest pê bike heta ber AZC Plazayê bê lidarxistin.
Li gelek navçeyên din ên Amedê jî xebat û çalakiyên 25ê Mijdarê berdewam dikin û aktîvîstên TJAyê jinan vedixwînin meşa 25ê Mijdarê.


