Jinan li Amedê got: Em ê ji bo Gulistan, Rojwelat û Rojînê têbikoşin
Platformên jinan ên Amedê derbarê windakirina Gulistan Doku de li ber Edliyeya Amedê bang kirin û gotin: “Em ê ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaiş, Rojwelat Kizmaz û hemû jinên ku aqûbeta wan bi awayekî gumanbar di tariyê de hatiye hiştin, têbikoşin, pêvajoyê bişopînin û dengê xwe bilind bikin”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi dirûşma “Ji bo Gulistanê serhildan ji bo edaletê berxwedan” li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, bavê Rojîn Kabaîşê, Nizamettîn Kabaîş, endam û nûnerên platformên jinan, aktivîstên TJAyê, endam û rêvebirên partî, sazî û dezgehên sivîl û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji bo Gulistanê serhildan ji bo edaletê berxwedan” û dovizên “Heke edalet bêdeng bibe, jin dê biaxivin”, “Ji bo Gulistanê demildest edalet” hatin hildan. Daxuyaniyê endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê İrem Îlhan xwend. Daxuyanî bi diruşmeyên “Kuştina jinan polîtîk e” , “Mêr lê dixe dewlet diparêze” , “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
‘Ev israr, encam û destkefteke têkoşîna jinan e’
Îrem Îlhan da zanîn ku piştî derbasbûna bi salan di ser windakirina Gulistan Doku re di dosyeyê de pêşveçûnek pêk hatiye û got: “Derengmayîna gihiştina vê qonaxê, bi eşkereyî radixe pêş çavan ku lêpirsîneke bibandor û baldar nehatiye meşandin. Bi salane bi israr pirskirina pirsa ‘Çi bi Gulistan Doku hat?’ bûye hêza herî bingehîn a ku pêşî li girtina vê dosyeyê girtiye. Ev israr, encam û destkefteke têkoşîna jinan e. Bêdengî û bêçalakiya ku li hemberî daxwaza heqîqetê ya jinan dihat meşandin, tenê bi rêya vê têkoşînê hatiye şikandin. Gihîştina gumanên di wê astê de ku piştî 6 salan hejmareke zêde ya kesan werin destbiserkirin, nîşan dide ku ji destpêkê ve lêpirsîneke çalak nehatiye meşandin. Ev rewş, ne tenê xemsariyek e. Di heman demê de xisleta binesazî û sîstematîk a şîdeta li dijî jinan, peywendiyên hêzê yên ku di dosyeyên têkildarî jiyana jinan de diyarker in û awayê daxuyabûna van peywendiyan di pêvajoyên lêpirsînê de jî derdixe holê.”
‘Bêcezahiştinê jî wekî garantiya herî bihêz a van mekanîzmayan berdewam dike’
Îrem Îlhan diyar kir ku piştî windabûna Gulistanê bi demekê şûnve bi awayekî gumanbar dîtina cenazeyê Rojwelat Kizmaz a nîşan dide ku ev dosye nikare wekî bûyereke tekane were nirxandin û wiha got: “Di dosyeya Rojwelat Kizmaz de jî, tevî serlêdana windabûnê, derengmayîna xebatên lêgerînê, ronînekirina mirinê bi awayekî çalak û dernexistina berpirsiyaran, derxistina holê ya hemû kes û saziyên ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariya wan heye, mecbûrî ye. Derengmayîna di lêpirsînê de nîşan dide ku şîdeta li dijî jinan ne tenê wekî kiryareke takekesî ye, belkî bi mekanîzmayên piralî, piraqter û rêxistinkirî tê meşandin û di heman demê de ev şîdet bi awayekî sîstematîk tê nedîtinkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî wekî garantiya herî bihêz a van mekanîzmayan berdewam dikin. Di her rewşeke ku jin tê de winda dibin û aqûbeta wan nediyar tê hiştin de, berpirsiyariya dewletê ne tenê ronîkirina bûyerê ye; di heman demê de wergirtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina binpêkirinên bi vî rengî jî li xwe digire.”
‘Em ê ji bo Gulistan, Rojîn, Rojwelat û hemû jinan têbikoşin’
Îrem Îlhan di dawiyê de anî ziman ku bicihneanîna van berpirsiyariyan, berdewamiya şîdeta li dijî jinan xwedî dike û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, em daxwazên xwe yên ji bo meşandina lêpirsîneke bibandor di dosyeya Rojîn Kabaiş de, ronîkirina mirinê bi hemû aliyên wê ve û destnîşankirina berpirsiyaran dubare dikin. Tu dosyeyeke ku têkildarî mafê jiyanê yê jinan e, bi polîtîkayên îhmal û bêcezahiştinê nikare di rewşeke nediyar de were hiştin. Berhevkirina hemû delîlan bi awayekî bêkêmasî ji bo derxistina heqîqeta madî ya di dosyeya Gulistan Doku de, bêyî derengmayîn destpêkirina kirariyên pêwîst li ser berpirsiyaran û birêvebirina pêvajoyê bi awayekî şefaf, ji bo meqamên lêpirsînê mecbûriyeke hiqûqî ye. Wekî Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê em ji raya giştî re radigihînin ku heta heqîqet derkeve holê, berpirsiyar werin darizandin û edalet pêk were, em ê ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaiş, Rojwelat Kizmaz û hemû jinên ku aqûbeta wan bi awayekî gumanbar di tariyê de hatiye hiştin, têbikoşin, pêvajoyê bişopînin û dengê xwe bilind bikin.”


